Encameya ji konferansa jinê derket: Li dijî zîhniyeta serdest têkoşîn

  • 09:06 15 Gulan 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Meclîsa Jinan a HDP’ê li herêma Egeyê konferans pêk anî. Ozlem Gunduz a HDP’î diyar kir ku di konferansê de derbarê êrîşên li hember jinan de hin pêşniyarên çareseriyê derketine pêş û ji bo ev pêngav bikevin pratîkê wê zêdetir têbikoşin û ji her alî bi jinan re bên gel hev.
 
Beriya 4’emîn Konferansa Navendî ya wê di 21-22’ê Gulanê de pêk bê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Meclîsa Jinan a HDP’ê, konferansên giştî û jinan yên herêmê jî didomin.  Bi dirûşma ‘Em di azadiyê de di têkoşînê de bi israrin’ li Marmara, Behrareş, Ege û herêma Serhedê konferans bi dawî bûn. Di pêvajoya pêş de jî wê li Çukurova û Amedê konferans pêk bên.
 
Cigira Hevserokatiya Giştî ya ji Rêxistibûnên Berpirs a Navendî ya HDP’ê berpirs Ozlem Gunduz der barê armanca konferansan de nirxandin kir.
 
Pirsgirên û pêşniyarên çareseriyê hatin axaftin
 
Ozlemê da zanîn ku ligel encamên ji civînên navçe û navendan yên di pêvajoya du sal û nîvan de derketine holê, der barê pirsgirêkên her herêmê de tespît û pêşniyarên çareseriyê hatine kirin û wiha vegot: “Li hember destkeftiyên jinan, jinan û HDP’ê êrîşên mezin hene. Faşîzm jinan, Kurdan, aliyên muxalîf hewl dide tune bike. Di pêvajoyek wisa de jî têkoşîneke jinan ya bi piştevaniyek mezin tê meşandin heye.Me li herêma Egeyê der barê êrîşan de der barê rêbazên têkoşînê de nîqaş meşandin.”
 
‘Biryarbûna têkoşînê’
 
Ozlemê got yek ji mijarê di konferansa herêma Egeyê de hatiye nîqaşkirin zîhniyeta serdest bûye û got mêr ji êrîşên li hember jinan yên desthilatdariyê cesaretê digirin û wiha pê de çû: “Li ser van nêzîkatiyên serdest nîqaş hatin meşandin. Wek çareserî jî biryara mezinkirina têkoşîna jinê hat dayîn. Pirsgirêka penaberan, hilweşîna ekolojîk, talana xwezayê, karkeriya kakeriya demsalî hatin axaftin. Pirsgirêkên ku jin ji ber krîza aborî dijîn hatin nîqaşkirin û pêşniyarên çareseriyê hatin kirin. Der barê her sernavî de pêşniyar hatin kirin. Riya sêyemîn ji aliyê jinan ve hat nîqaşkirin.”
 
‘Jin wê bibin xwedî gotin’ 
 
Ozlemê di berdewamiyê de wiha bi lêv kir: “Li gorî rêziknameya partiyê ew têkoşîna ku hemû jin di siyaseta demokratîk de bibin xwedî gotin didin. Meclîsên taxan, meclîsên jinan, nûneriya wekhev, mekanîzmayên hevserokatiyê hene. Ji bo jin di van mekanîzmayan de cih bigirin em têdikoşin.”
 
‘Em ê bi jinan re bibin yek’
 
Ozlemê destnîşan kir ku wê rêxistinên jinan yên derveyê HDP’ê, jinên di saziyên cuda de cih digirin û tevgera femînîst a Tirkiyeyê re bên gel hev û wiha dawî lê anî: “Em hewl didin ku bi hemû aliyên ku ji êrîşên zîhniyeta serdest ya mêr, ji desthilatdariya AKP-MHP’ê nerehetin re bên gel hev. Em der barê ku di zemîna hevpar de bên gel hev têdikoşin. Em ê her biçe mezin bibin. Em ê têkoşînê mezin bikin. em di mezinkirina têkoşînê de bi biryarin.”