ROJEVA 15'Ê GULANA 2022'YAN

  • 09:00 15 Gulan 2022
  • Rojev
 
*Roja dinya ava bûye û mirov xuliqîne heta îro di serî de bi awayên curbecur bi deng, bi şikil an bi îşaretan mirovan hevdu serwext kirine. Deng û şiklên xwezayî bûne peyv û bûye zimanê axaftinê, axaftin jî bûye nivîs û heta roja me ya îro hatiye. Her ziman li gora xwe kokeke wî heye û li ser hinek rê û rêbazan saz bûye. Ziman jî bi demê re diguhere. Li gora pêdiviyên civakî  di jiyana nûjen de gelek peyvên zanistî û pîşeyî lê zêde bûne û hinek peyv jî mixabin winda bûne. Ziman şahidê jiyana mirovahiyê ye ku dîrok û çanda gelan parastiye û herikandiye roja îro. JI PÊNÛSA JINAN
 
*Jinên Cizîrê bal kişandin ser girîngî û zextên li li ser zimanê kurdî û destnîşan kirin ku tu kes nikare zimanê kurdî înkar bike û qedexe bike. Her wiha jinan anî ziman ku bi mîlyonan kurd hene ku bi kurdî diaxivin û divê ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî. DÎMEN HEYE
 
*Makbule Karakuş ya 58 salî ku 5 sale bêrîvaniyê dike, diyar kir ku karê zozanan zehmete û ji ber opoerasyonên leşkerî jî bi tirs û fikarin.
 
*Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr da zanîn ku Tirkiye ji berê de ye Kurdan li hember xwe wek tehdîd dibîne û wiha vegot: “Riya çareseriyê bi hevdîtina Birêz Ocalan pêkan e. Divê pêvajoya muzakereyê ji nû ve bê destpêkirin. Me dît ku bi polîtîkayên tunekirina Kurdan çareserî pêk nayê.”DÎMEN HEYE
 
*Meclîsa Jinan a HDP’ê li herêma Egeyê konferans pêk anî. Ozlem Gunduz a HDP’î diyar kir ku di konferansê de derbarê êrîşên li hember jinan de hin pêşniyarên çareseriyê derketine pêş û ji bo ev pêngav bikevin pratîkê wê zêdetir têbikoşin û ji her alî bi jinan re bên gel hev. DÎMEN HEYE