Li Rihayê panelên 15'ê Gulanê

  • 16:10 14 Gulan 2022
  • Rojane
RIHA - Baroya Rihayê û OHD’ê panelên ziman li dar xistin. Di panelan de girîngiya ziman bigihîje nifşên siberojê hat nîşaşkirin û divê li dijî asîmîlasyonê berxwedan berdewam bike. 
 
Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê û Baroya Rihayê bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî 15’ê Gulanê panelên cuda li dar xistin. 
 
OHD’ê li Eywana Odeya Endezyarên Çandiniyê panela ziman li dar xist û pankarta “Cejna zimanê kurdî piroz be” daliqand. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û nivîskar-rojnamevan Roza Metîna wek axivêr tev li panelê bûn.
 
Parlamenter Ayşe Surucu destnîşan kir ku kurd bi dehên salan in li dijî polîtîkaya asîmîlasyonê li ber xwe didin û wê kurdî her li dijî zextan zindî bimîne û li ber xwe bide. 
 
Roza Metîna jî derbarê têkiliya ziman û çandê de axivî û dengbêjî ji bo zimanê kurdî neyê jibîrkirin û ji bo belavkirina ziman xwedî rolek girîng e. Roza destnîşan kir ku divê zarok ewilî bi kurdî werin mezinkirin û got: “Qeyûm û îktidarê ziman û çanda kurdî tarûmar kirin. Qeyûm tehamûlî tabeleyek kurdî jî nakin. Em heta îro li dijî vê pêla pişaftinê sekinîn û me li ber xwe da û ji îro pê ve jî bêtir pêdiviya me bi berxwedanê heye.” 
 
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû. 
 
Li Baroyê panela ziman 
 
Baroya Rihayê jî li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî panela ziman li dar xist. Zimanzan Zana Farqînî û Samî Tan, parêzerên Weqfa Mezopotamyayê Gevriye Atli û Fahrettîn Karakoyun wek axivêr beşdarî danişînê bûn. Panelê bi dayîna sertifikaya parêzerên ku ji perwerdehiya kurdî ya Baroya Rihayê mezûn bûn dest pê kir. 
 
Zimanzan Samî Tan axaftina destpêkê kir û bal kişand ser girîngiya ziman. Zimanzan Zana Farqînî jî diyar kir ku divê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê kurdî li her qadê were axaftin û pêşiya vê yekê were vekirin. 
 
Piştî axaftina Farqînî, parêzer Gevriye Atli û Fahrettîn Karakoyun jî axivîn û bal kişandin ser girîngiya ziman. 
 
Panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.