Li Berlînê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê meşiyan
- 14:34 14 Gulan 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Elmanya Berlînê Kurdistanî û dostên wan, li dijî dagirkerî û xiyanetê meşek li dar xistin.
Li paytexta Elmanya Berlînê bi pêşengiya KON-MED, YJK-E’yê û Defend Kurdistan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û PDK'ê bi tevlîbûna hezaran meşek hat lidarxistin.
Di meşa ku Kurdistanî û dostên wan ji bajarên cuda yên Elmanyayê amade bûn de, bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana gerîla", "Bijî berxwedana Zapê" û bi gerandina govendê dest pê kir.
Di meşê de pankartên "Stoppt die chemischen Angriffe in Kurdistan" û pankartên "Kurdistane bipareze/Defend Kurdistan ", "Keine deutche Panzer fur Erdogans Kriege" hatin hilgirtin.
Meşa ku wê heta Brandenburger Tor dest pê kir dê li wir veguherî mîtîngê.
Hevserokên Fed-Kurd Nîştîman Tarhan û Kerem Gok piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna pakrewanên meha gulanê axivîn û gotin, "Em meşa xwe diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên berxwedêr dikin. Ji Zapê re sefer wê çêbe, lê wê serkeftin pêk neyê."
Li ser navê NAV-YEK'ê Hacî Çelîk jî wiha axivî, "Berxwedana zîndana Amedê, dirûşmeyên Seyît Riza û Şêx Seîd dirûşmeyên me ne."
Piştî axaftina Serokê CÎK'ê Hafîz Ahmet Turhallî û daxuyaniya li ser navê Women Defend Rojava, dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla hatin berzkirin.