Xizmên Windayan xwestin kujer bên dîtin

  • 14:12 14 Gulan 2022
  • Rojane
AMED - Li Amedê Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê xwestin kujerên Mehmet Şerîf Avşar bên dîtin.
 
Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê wek her hefteyê li ber Bîrdariya Mafên Jiyanê ya Parka Koşuyolu kom bûn. Di hefteya 692’emîn de li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer bên dîtin û cezakirin. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî beşdarî çalakiyê bûn û di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiyê de vê hefteyê de serpêhatiya Mehmet Şerîf Avşar ê ku di 10’ê gulana 1994’ an de li Amedê hatiye qetilkirin hat parvekirin û li kujerên wî pirsîn. 
 
Ewil Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî. Abdullah bi lêv kir ku sedema binpêkirina mafan û bêhiqûqiyan politikayên antîdemokratik e û wiha got: “Bi wan polîtikayan çareserî nayê. Em dibînin ku li her aliyê polîtîkayê bêceza hiştin tê meşandin. Em ê li hemberî van kirinan têkoşîna xwe ya bi xizmên windayan re bidomînin.” 
 
‘dı awahıya xrabe de Qüstî dit’
 
Piştî axaftina Abdullah xwişka Mehmet Şerîf Avşar, Sadiye Avşar serpehatiya kekê xwe parve kir. Sadiye diyar kir ku Mehmet Şerif Avşar li ser karê xwe hatiye binçavkirin û piştre jî hatiye kuştin. Sadiye da zanin ku bi texsiya Torosê kekê wê birine avahiya JÎTEM’ê ya Saraykapiya Amedê û wiha domand: “Piştî bûyerê 2 hefte şunde me kekê min di avahiyêkî xirabe de kuştî dît. Hin fail hatin darizandin lê cezayên ku heq dikirin ne girtin. Em dixwazin ku destê kî di kuştina kekê min de hebe, bila were darizandin û cezakirin.”
 
Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan deqîqeyek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.