Li Lozanê semînera jinelojiyê

  • 13:17 14 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji aliyê Navenda Jinelojiya Brukselê û Meclîsa Jinên Kurd a Lajîn Kantona Vauld ve li Lozanê semînera jinelojiyê pêk tê. Dê li ser azadiya kurd li ser mijara dîroka jinê û têkoşîna wê niqaşan bên kirin.
 
Li bajarê Lozan a Swisreyê semînera ku ji aliyê Navenda Jinelojiya Brukselê û Meclîsa Jinên Kurd a Lajîn Kantona Vauld ve hatiye organîzekirin, îro dest pê bike. 
 
Di roja yekem a semînerê de di navbera saetên 14:00-18:00 de bi mijara “Femînîzma ji metingeriyê hatî paqijkirin” komxebatek pêk were. Di roja duyemîn a semînerê de danê siharê ji 09:00 heta 17:00 semînera bi perspektîfa têkoşîna azadiya kurd mijara berxwedaniya pênc hezar salî û şoreşa 40 salî ya şoreşê bê dayîn. Semîner bi zimanê Fransî bê dayîn, lê wergera vê ji were kirin. Semîner wê ji hemu kesê re vekirî bê dayîn.
 
Li se navê navenda Jinelojiya Brukselê Sarah Marcha ku wê semînerê bide ji ANF re axivî û bal kişand ku semîner bi daxwaza jinên li kantona Vaudê tê li darxistin. Sarah  anî ziman ku perspektîfên têkoşîna azadiya kurd esas girtine.
 
Sarah da zanîn ku wê semîner 2 roj bidome û destnîşan kir ku ev  xebatên li ser xeta azadiya jinê ku ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd dest pê kir, esas digrin û got: “Em dixwazin di perspektîfa Jinelojiyê de gotûbêj bikin ku têkoşîna jinên Kurd ya li dijî sîstema kapîtalîzm, dagirkerî û baviksalarî çawa tevdigerin. Şert û mercên me heye divê em vê mijarê di serî de femînist û tevahiya jinên cîhanê re ragihînin.”
 
Sarah anî ziman ku xebatên wan yê jinelojiyê li Ewropa pêş dikeve û got ku ew dixwazin jinelojiyê bi komên femînîst, ekolojîst û hemû komên ku dagirkeriyê derdîkevin bidin naskirin. Sarah  diyar kir ku ew yekîtiya jin û gelan esas digrin û wiha axivî: “Di roja yekem de em ê biçin Pole-Sud a ku li welatên cuda yên cihanê jin hene. Di roja duyem de jî wê jin malovaniyê bikin. Di wan du rojan de jî em ê ji kesên ku dixwazin Tevgera Azadiya Kurd nas bikin em ê xwe bidin naskirin.”
 
Sarah  diyar kir ku jinên cîhanê şoreşa Rojava weke şoreşa jinê nas kir û wiha domand: “Ev şoreş bû modelek nû. Dema ku jin pêşengî ji şoreşê re bikin divê ji bo têgihiştina xwe rexistinên xweser ava bikin. Li Rojava şoreş pêş dikeve, lê divê tu car neye jibîrkirin ev şoreş girêdayî têkoşîna jinên kurd û azadiya kurd e.”