Girtiyê nexweş Abdullah Ece jiyana xwe ji dest da

  • 12:34 14 Gulan 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Girtiyê nexweş ê li Girtîgeha Kiriklarê Abdullah Ece jiyana xwe ji dest da.
 
Li Girtîgeha Girtî ya Bûca Kiriklar a Îzmîrê girtiyê bi navê Abdullah Ece yê 73 salî jiyana xwe ji dest da. Abdullah di 5'ê nîsanê de li girtîgehê ku lê girtî bû bi vîrusa korona ket. Hate hînbûn ku Abdullah ê ku ji ber rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê, îro danê sibê jiyana xwe ji dest da.
 
Malbata wî da zanîn ku Abdullah ji 18'ê nîsanê û vir ve li beşa lênihêrîna giran a Nexweşxaneya Dewletê ya Çigliyê tê dermankirin. Ji ber ku salek mabû ku cezayê wî biqede diviya di hezîrana 2021'ê de bihata berdan. Çend girtîgeh rapora rewşa baş da jî, lê Lîjneya Şopandina Îdarê berowajî biryar da û Abdullah serbest nehat berdan 
 
Cenazeyê Abdullah dê li gundê Bana ya Basana Şirnexê bê definkirin.