ROJEVA 14'Ê GULANA 2022'YAN

  • 09:00 14 Gulan 2022
  • Rojane
* Jinan ji bo meşa di 15'ê Gulanê de bi minasebeta cejna zimanê kurdî tê lidarxistin bang li gel kirin û gotin: "Ji bo daxwaza me ya hevpar, ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê werin em bibin yek û bi hev re bimeşin." BI DÎMEN 
 
* Hevşaredara HDP’ê ya Ebex a Wanê Leyla Atsak ku qeyûm tayînê şûna wê bûye, der barê girîngiya Cejna Zimanê Kurdî de axivî û diyar kir ku di parastin û jiyankirina ziman de rola jinan mezine û ji bo jiyankirina ziman divê xebat û têkoşîn bên mezinkirin. BI DÎMEN 
 
* Parêzer Gozde Engîn da zanîn ku li Amedê ji 2018’an heta niha hemû jinên tevli çalakî û bernameyan bûne ji endamtiya rêxistinê tên darizandin û li herêmê li hember jinan polîtîkayên cuda tên meşandin. BI DÎMEN 
 
* Cerdevanên ku ber bi xeta sînor ve tên ajotin, anîn ziman ku bi leşkerên xwestine wan bidin pêş re ketina nava nîqaşan. Cerdevan, diyar kir ku leşkerên tên kuştin hejmara wan tê veşartin û ev tişt got: “ Gelek leşker tên kuştin û leşkerên ku hevalên wan tên kuştin bi ser me de diqîrin.”
 
* Endama RJAK'ê Jîno Reşîd, derbarê êrişên li ser Herêm Federal a Kurdistanê de axivî û got: "Êriş bi îtîfaqa Iraq, Dewleta Tirk û PDK’ê pêk tê. Ger ku em dengê xwe bilind nekin û em nebin yek em ê bibin qûrbanê vê şerê. Divê em li hemberê dagirkeriyê bêdeng nebin û têkoşîna xwe berfire bikin." BI DÎMEN 
 
*Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk, diyar kir ku cezayê dîsîplînê yê nû û qedexeya li Îmraliyê ya li ser parêzeran bêbingeh e, diyar kir ku CPT û DMME hevkarên tecrîdê ne û got: “Ev tecrîd nîşan dide ku tişta ji aliyê civak û saziyên mafên mirovan ve tê kirin têrê nake. Ji bo ku tecrîd bê rakirin divê li dijî wan berxwedan bidome.” BI DÎMEN