Li Şirnexê di nav hefteyekê de nêzî 40 kesî hatin binçavkirin

  • 15:52 13 Gulan 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Şirnexê di nav hefteyekê de nêzî 40 kesên ku piraniya wan zarok in hatin binçavkirin.
 
Li Şirnexê di nav dîrokên cuda de li navçeyên Cizîr, Hezex û li bajarokê Dêrgulê bi ser gelek malan ve hate girtin û bi dehan kesên ku zêdetirî wan zarok in hatin binçavkirin. 
 
Di 7’ê Gulanê de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê zêdetirî zarok jî di nav de 10 kesên ku bi hinceta kevir avêtine polîsan hatibûn binçavkirin. Yahya Ustek (16), Yusuf Tok Yaş (15), Abdullah Bayar ( 20), Mahsum Bîrlîk (21) û 6 kesên ku navê wan nehat zanîn hatibûn binçavkirin. Ji wan kesên binçavkirî 5 kes hatin girtin, yek hate berdan û binçavkirina 4 kesan jî hate dirêjkirin. Tê payîn ku kesîn binçavkirî wê 17’ê mehê derkevin edliyeyê.
 
Di 10’ê Gulanê de jî li bajarokê Dêrgulê ya Şirnexê û bajaroka Erebanê ya navçeya Hezexê polîsan bi ser malan de girtibûn. Di serdegirtina malan de li Dêrgulê rêvebira berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Zozan Aksû û Zeynep Unat, li Erebanê jî Hevseroka bajarokê HDP’ê Muzeyyen Înan û kurê wê Osman Înan hatibûn binçavkirin.
 
Di 12’ê Gulanê de jî di saetên serê sibehê de li taxa Yasefê ya girêdayî navçeya Cizîrê bi ser gelek malbatan ve hate girtin. Taxa Yasefê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin û demek dirêj di bin dorpêçê de mabû. Bi serdegirtana malan de 2 jê jin 15 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtina malan de Zeynep Ecer, Çimen Ecer, Azat Bayram, Sadık Bayar, Ferhat Sirkeci, Sedin Bozkurt, Sait Yaşar, Taybet Asîkar, Şukru Elçî, Harûn Akdogan, Diyar Belten û 5 kesên ku navê wan nehat zanîn hatin binçavkirin. 
 
Tê payîn ku li taxa Cudî ya girêdayî navçeya Cizîrê jî nêzî 10 jin hatine binçavkirin. Her wiha di heman rojê de li navçeya Hezexê jî Tarik Ul û Dilgeş Rustemoglu hatin binçavkirin. 
 
Hat ragihandin ku dibe hejmara kesên binçavkirî zêdetir be û li ser dosyayê biryara veşartinê hatiye dayin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn û kesên binçavkirî biribûn Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.