‘Divê jiyana me bi kurdî be’

  • 14:02 13 Gulan 2022
  • Rojane
 
AMED - Tora Ziman û Çanda Kurdî, Platforma Zimanê Kurdî û OHD  bi minasebeta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li ber Edliya Amedê daxuyaniyek dan û gotin: "Ji sala 1913’yan heta 1980’î wek polîtîkayek dewletê navên cîh û warên ku gelên xwecihî bi zimanê xwe li cî û deveran kiribûn hatin guherandin. Bi van guhertinan bîr û baweriya çandî û dîrokî hat tunekirin.”
 
Tora Ziman û Çanda Kurdî, Platforma Zimanê Kurdî û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), bi minasebeta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li pêş Edliya Amedê daxuyanî dan. Metna daxuyaniyê ji aliyê endama Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê Elîf Birikili ve hat xwendin.
 
Elîfa dîroka Cejna Zimanê Kurdî bi bîranî diyar kir ku li gorî daneyên UNESCO yê bi qasî 2 hezarû 500 ziman di bin xetereya windabûnê de ne û yek ji wan zimanan jî devokên kurdî ne û wiha berdewamkir: “Polîtîkayên Tirkiyê yên li ser ziman ji destpêka avabûna komarê de ji wekheviyê dûr e û hertim li gorî siyaseta rojane guherbar û qedexeker in. Ji ber zagona bi jimara 2932'yan ku di sala 1983'yan da ketibû meriyete û heta 1991'ê di meriyete ma ji bilî tirkî axaftina bi zimanên din hat qedexekirin û kesên ku dijberî vê zagonê bi kurdî axivîn, nivisîn rastî dehw û dozan hatin, di vê pêvajoyê de bi hezaran kurdîaxêv tûşî cezayan bûn. Piştî ewqas qedexe û astengiyên li hemberî zimanê kurdî hin gavên erênî hatibin avêtin jî kurdî hîn jî ji statu, derfet û azadiya xwe bêpar e. Polîtîkayên Tirkiyê yên li ser bingeha înkarkirin û asîmîlasyona zimanê kurdî berdewam in.”
 
‘Navê cih û deveran hatin guherandin' 
 
Elîf destnîşan kir ku ku di meseleya ziman de polîtîkayên ku rêveberiyên xwecihî li ser bingeha pirzimanîyê û bi derfetên kêm û astengiyên yasayî  li gor pêdiviyên gel bi pêş xistibûn jî bi erkdarkirina qayûman ji holê hatin rakirin, rewşa zimanê kurdî de paşveçûn û valahiyeke mezin derxist holê û got: "Ji destkeftîyên di warê ziman, çand, huner, perwerdehî, tendurustiyê de bigrin heta jiyana civakî ku ji pêdiviyên gel re dibûn bersiv ji aliye qeyûman ve ji holê hatin rakirin. Dîsa sazî û navendên li ser çand û zimanê kurdî yên di xizmeta gel de bûn hatin girtin, tabelayên pirzimanî hatin daxistin û li şûna wan tabelayên ku tenê tirkî tê de cî digirin hatin danîn. Bi gotineke din fahm û polîtîkayên pirzimanî hatin terikandin. Bi heman awayî ji sala 1913’yan heta 1980’î wek polîtîkayek dewletê navên cîh û warên ku gelên xwecihî bi zimanê xwe li cî û deveran kiribûn hatin guherandin. Bi van guhertinan bîr û baweriya çandî û dîrokî hat tunekirin.”
 
‘Dev ji polîtîkayên asîmlasyonê berdin’
 
Elîf bi minasebeta Cejna Ziman bangawaziyê li Meclîsê û rayedarên dewletê kir û got: “Dev ji polîtîkayên asîmîlasyonê berdin û di serî de Çand û Zimanê Kurdî ku salên dirêj in di bin zext, tundî û polîtîkayên pişaftinê de ne, hemû zimanên din ên ku di bin xetereyê de ne û tune tên hesibandin werin  naskirin. Azadiya zimanan esas were girtin û ji bo van zimanan derfetên fêrbûn, axaftin û fêrkirinê bên afirandin. Ji bo vê yeke jî her çî zagonên pêwîstên demildest werin çêkirin. Em, careke din dibêjin;
 
* Rakirina astengiyên li pêş perwerdehiya bi zimanê zikmakî û ji bo bikarnanîna vî mafî vesazkirina yasayî,
 
* Devjêberdana polîtîkayên asîmîleker û yekparêz; durustkirina derfetên jiyanek pirzimanî û pirçandî,
 
* Navlêvegerandina cî û warên ku navên wan hatine guhertin, hatine Tirkîkirin,
 
* Paşvegirtina îhtîrazên di serî de Peymana Mafên Medenî û Siyasî, Peymana qedexekirina Cûdahiyê di Perwerdehiyê de ya Neteweyên Yekbûyî û hemî peymanên navneteweyî û ji bo vê yekê jî vesazkirin û qebûlkirina di asta makezagonî de dixwazin.”