Kongra Star: Em têkoşîna Aysel Dogan ji bîr nakin

  • 13:47 13 Gulan 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Star a Hesekê ji bo Aysel Dogan daxuyaniyek da û got: "Em ê têkoşîn û fedekariya şehîd Aysel Dogan ji bîr nekin." 
 
Kongra Star a Hesekê ji bo Aysel Dogan daxuyaniyek da û bal kişand ser têkoşîna wê. Daxuyanî li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan hat dayîn. Bi dehan endamên Kongra Star, malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla ndama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme Hisên û endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Rîma Mehmûd ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Şehîd Aysel Dogan piştî ji girtîgeha dewleta Tirk hat berdan, nexweş bû û di encama nexweşiyê de şehîd bû. Kongra Star di daxuyaniyê de diyar kir ku Şehîd Aysel Dogan li dû xwe mîraseke têkoşînê û dîrokek kar û xebatê ji bo Gelê Kurd û gelên bindest ên cîhanê dagirtî hişt.
 
Şehîd Aysel şahida Komkujiya Dêrsimê bû ku wê yekê hêz dayê da ku tola qurbaniyên komkujiyên hilîne. Ji ber wê şehîd Aysel tev li tevgera rizgariya Kurdistanê bû. Li ser vê esasê li hemû qadên cîhanê tê koşiya û bû şopdarê rêya Sara û Zarîfeyan û fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan. 
 
Em soza şopandina rêya şehîd Aysel Dogan û şehîdên azadiyê didin. Em ê têkoşîn û fedakariya şehîd Aysel Dogan ji bîr nekin.”