'Ger ku hûn nikarin edaletê pêk bînin îstifakirin şeref e'

  • 13:42 13 Gulan 2022
  • Rojane
RIHA - Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne ev peyam parve kir: “Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin, îstîfa kirin şeref e.”
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 431’emîn de berdewam dike. Malbata ku di saetên serê sibê de ji mala xwe ya navçeya Pirsûsê hate pêş Edliyeya Rihayê, derbarê komkujî û têkoşîna edaletê de kesên tên edliyeyê agahdar dike. 
 
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal Wezareta Dadê etiket kir û ev peyam parve kir: “Gotinên me yên ji bo Edaletê xelas bûn, lê têkoşîna me û sebra me xelasnebûye. Heta ku maf cihê xwe dibîne wê têkoşîna me ya li pêş Edliyeya Rihayê bidome. Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin, îstîfa kirin şeref e.”