'Ji bikaranîna çekên kimyewî re bêjin bes e'

  • 09:05 13 Gulan 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Dayika endama YJA STAR'ê Bişeng Hezer ku li herêma Avaşînê ya Herêma Federal a Kurdistanê de ji ber bikaranîna çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dabû, Ayşe Hezer diyar kir ku divê hemû kes li dijî vê şerê û bikaranîna çekên kimyewî bertekên xwe nîşan bide.
 
Êrişên Dewleta Tirk a bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku li herêmên Zap, Avaşîn, Metînayê li Herêma Federal a Kurdistanê dabû destpêkirin, ji hêla gel ve tê protestokirin. Her wiha bikaranîna çekên kimyewî ku li herêmê tê bikaranîn di rojeva Gelê Kurd de ye. Dayika endama YJA STAR'ê Bişeng Hezer ku li herêma Avaşînê ya Herêma Federal a Kurdistanê di 3'yê gulana 2021’ê de ji ber bikaranîna çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dabû, Ayşe Hezer bertek nîşanê êrişan da û destnîşan kir ku divê kurd li dijî vê yeke bibin yek.
 
‘Zilm û neheqiyê qebûl nekirin’
 
Malbata Ayşe Hezer a 64 salî  bêriya 40 salan ji ber zilm û zexta dewletê ji neçarî hatine koçber kirin. Ayşe wiha behsa xwe dike: “Zilm û zexta ku li ser malbata min hatiye kirin ne yê gotinê ye. Em ji ber zilma dewletê çûn Mersînê û nêzî 12 sal li wir man. Lê piştre dîsa vegeriyan ser axa xwe. Birayên min di nav PKK’ê de cih girtin û di salên 90'î de şehîd ketin û em hêj negihastin cenazeyên wan. Du biraziyên min jî vê zilm û neheqiya li ser kurdan qebûl nekirin û beşdarî tevgera azadiyê bûn.”
 
‘Tevî zilm û îşkenceyê di azadiyê de bi israr bûn’
 
Ayşeyê ku dayika 10 zarokan e di gelek şert û mercên giran de têkoşîna jiyanê dide. Ayşe, behsa serpêhatiya xwe kir: "Di sala 2004 an de kurê min a mezin beşdarî tevgera azadiyê bû. Piştî ku ew çû, polîsan bela xwe ji me venedikirin. Ew çaxê zarokên min hûr bûn, hewil didan ku li ser zarokên min tirs û xof pêk bînin. Min dikir nedikir dewlet zexta xwe li ser me dawî nedikir. Tim li ser mala me ve digirtin û her roj zextê li me dikirin. Di sala 2010’an de kurê min Abdullah Hezer li ser pira  Cizîrê bi guleya ji hêla polîsan ve hate qetîlkirin. Kurekê min jî li Stenbolê di temenê xwe ya 13 salî bû ku hate girtin. Li girtigehê ji gelek îşkenceyan derbas kiribûn. Pişta wî şikestibû û gelek xesar di laşe wî de pêk hatin. Piştî ku ji bo demek serbest hate berdan dîsa biryara girtinê jê re hate dayîn û 125 sal ceza lê hate birîn. Ew jî çû Ewropayê li wir hê jî ji ber îşkenceyên ku li ser hatiye kirin tedawî dibîne. Kurekê min jî 5 sal di girtîgehê de ma û piştre serî li zilmê rakir û beşdarî refên PKK’ê bû. Keçeka min jî di sala 2014 an de beşdarî tevgera azadiyê bû. Dawiyê de keçekê min tenê ma. Ew jî qeza kir û gelek pê re hesar çêbû. Ji bo tedawiya wê ew jî derbasê Ewropayê bû.”
 
Îşkence li cenaze kirin
 
Li herêma Avaşînê ya Başûrê Kurdistanê di 3'yê gulana 2021’an de ji ber bikaranîna çekên kîmyewî endama YJA STAR'ê Bîşeng Hezer jiyana xwe ji dest dabû. Ayşeyê, diyar kir ku îşkence ji cenazeya Bişeng kiribûn û tevî hewildanên wê dîsa jî cenazeyê nedane. Ayşe, wiha bi lêv kir: “Bîşeng 7 sal di nav tevgerê de ma. Piştî ku şehîd ket haya min jê nîn bû. Rojekê di televîzyonê de min lê temaşe kir. Min got qey hema nîşan didin. Piştre bihîst ku şehîd ketiye. Lê gelek îşkence li cenazeya keça min kirine. Dewlet bi xwe di hesabên xwe yên dîjîtal parve kiribû. Keça min tazî kiribûn û bi erdê ve kaş kiribûn. Piştre îşkence li keça min kirine. Hingî ew kêlî dikevin bîra min dile min dişewite û rondik ji çavên min dibarin. Ez gelek li ser keça xwe êşiyam. Heta dawiyê jî ez ê doza keça xwe bikim.”
 
‘Keça min bi çekên kimyewî hat qetilkirin' 
 
Ayşe, bale kişand li ser êrişên dewleta tirk a bi hevkariya PDK’ê û destnîşan kir ku divê hemû kurd li dijî vê şerê bisekinin û ev tişt anî ziman: “Gava Bişeng hê şehîd neketibû, 11 rojan li ser keça min û hevalên wî şer hebûye. Di wan rojan de jî bi çekên kimyewî li dijî wan hatiye bikaranîn. Hem bi çekên kimyewî êrişê wan kirin hem jî îşkence li cenazeyên wan kirin. Niha jî li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê bi çekên kimyewî êrişê dikin. Bikaranîna çekên kimyewî qedexe ye û bi vî şiklî sûc tê kirin. Çima tu dewlet an jî  sazî li hemberê wê dengê xwe bilind nakin. Çima hemû kes di mijara kurdan de dibe şirikê dewleta tirk. Ya dûyemîn jî Mesûd Barzanî alikariya Dewleta Tirk dike û bi wî re li dijî kurdan şer dike. Heke mijar ne PKK’ê be Dewleta Tirk xwe nade ber PDK’ê. Gava DAÎŞ’ê êrişê kir, pêşiya wan êrîşan PKK’ê girt û hemû kes ew tiştê dît.”
 
‘Li dijî vê şerê hemû kurd bibin yek’
 
Ayşe, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dayik tene aştiyê dixwazin. Çi mafê wan heye ku ewqas dilê me dişewitînin. Em naxwazin xwîn birije û kes jiyana xwe jidest bide. Bes êdî ji vî zilmê re. Ez bang dikim ku bila li hemberê vê şerê hemû kurd bibin yek û ji bikaranîna çekên kimyewî re bejin bes. Bila hemû dewlet li dijî vê sûcê derkevin û bêdeng neminin.”