ROJEVA 13'YÊ GULANA 2022'YAN

  • 09:00 13 Gulan 2022
  • Rojev
 
* "Êşa Frîda, evîna Vîrgînîa, lêgerîna Sîmon, bêhêviya Sîlvîa, bêbaweriya Tezer, tenêtiya Nîlgunê ye. Tirsa jinan a ji hezkirinê ye. Piştre jî hinceta têkoşîna jinê ye.  Bi rastiya mêr re rûhev hatin, naskirina cîhana hestên ku nayên nasîn û di her qada jiyanê de hebûna wê. Jin van hemûyan ferq dike. Bi ferqkirina vê bi têkoşîna azadiyê re hewl dide bigihêjîne çand û formên nû." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ 
 
*Jinên Botanê têkildarî 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de axivîn û gotin: "Ziman; hebûn, nasname û çanda me ye û li dijî polîtîkayên taybet ên asîmîlasyonê em ê li ber xwe bidin. Em ê malên xwe bikin dibistanên kurdî." BI DÎMEN 
 
* Rojnameger Sara Aktaş diyar kir ku di êrîşên li hember Herêma Federal a Kurdistanê de piştgiriya DYA, Rûsya, Israîl, Çîn û hêzên emperyal heye û Iraq, Îran, Suriye û Lubnan jî bêdeng in û got: “Tevgera Azadiya Kurd ya bi komploya 15’ê Sibatê neqedandin, ev asteke berdewama wê ya stratejîke.”
 
* Rojnameger Dîlan Oynaş  ku li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye û bi rojane tahliyekirina wê tê astengkirin banga hestiyariyê li rayagiştî kir û wiha got: “Dixwazin me li vir bikujin. Îşkenca psîkolojîk dikin. Ji her alî de em di bin êrişê de ne.”
 
*Dayika endama YJA STAR'ê Bişeng Hezer ku li herêma Avaşînê ya Herêma Federal a Kurdistanê de ji ber bikaranîna çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dabû, Ayşe Hezer diyar kir ku divê hemû kes li dijî vê şerê û bikaranîna çekên kimyewî bertekên xwe nîşan bide. BI DÎMEN 
 
*Berfo Dûva ya ku keça wê Hebûn Kato di 8’ê Cotmeha 2021’ê de di çalakiya berxwedanê de li Avaşînê jiyana xwe ji dest da, anî ziman ku keça wê li dijî zilmê tevli nava refên azadiyê bûye û got: “Em dayik li hemberî şer in. Em şer naxwazin. Lê em tu carî îxanetê ji bîr nekin. Divê hemû dayik li hember vî şerî dengê xwe bilind bikin û rabin ser piyan.” DÎMEN HEYE