Malbatên girtiyan ji Îzmîrê bangî Wezareta Dadê kirin: Vê zilmê bi dawî bikin

  • 16:35 12 Gulan 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Îzmîrê li ber Girtîgeha Kiriklarê pêk hat û li vir malbatên girtiyan banga bi dawîkirina zilmê li Wezareta Dadê kirin. 
 
Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan, di roja 60'an de li ber Girtîgeha Kiriklarê ya Îzmîrê hatin gelhev. Malbatan, pêşmalkên li ser wan "Ji girtiyên nexweş re azadî" nivîsandî li xwe kirin û dovîzên "Bêdeng nebe û nebe hevparê sûc ji girtiyên nexweş re azadî" û "Bila girtiyên nexweş bên berdan" hilgirtin.
 
Dayika Firat Yagmekan ku li Girtîgeha Kiriklarê girtî ye Sûltan Yagmekan axivî û diyar kir ku ji bo kurê xwe û hemû girtiyan li ber girtîgehê ne û wiha got: "Girtiyên ku înfaza xwe temam kirine divê demildest bên berdan û di bin çavdêriya malbatên wan de tedawiyên wan bên kirin. Li girtîgehan her roj mirin hene. Em vê qebûl nakin. Em dixwazin ku hemû sazî û dezgehên hestiyar piştgiriya me bikin. Weke malbatên girtiyan em bi şev jî ranekevin. Xwarinê nadin zarokên me. Wê ev zilm heta kuderê bidome?"
 
Di berdewamê de Sultan Yagmekan, ji bo zextên li girtîgehan bi dawî bibin bang li Wezareta Dadê kir û ev tişt got: "Zarokên me jixwe di girtîgehan de ne, çima ev zilm tê kirin? Li girtîgehan ne edalet, ne wijdan ne jî wijdan maye. Em naxwazin dardest ji girtîgehan derkevin. Heta ku zarokên me li girtîgehan bin, em kesek tenê jî bimînin em ê li her derê têbikoşin."