Heyeta HDP'ê bi Serkomerê Iraqê re hevdîtin kir

  • 15:44 12 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta HDP’ê ya ji bo hevdîtinê bi awayê fermî çûye Bexdayê, bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih re hat gel hev. 
 
Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji Cîgira Hevserokên Giştî ya ji Komîsyona Têkiliyên Derve Berpirsyar Feleknas Ûca û parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî pêk dihat, bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih re hevdîtin kir. 
 
HDP’ê, li ser hesaba xwe ya twîtterê daxuyaniyek da û têkildarî hevdîtina heyeta xwe a bi Berhem Salih re diyar kir ku hevdîtineke erênî bû.