Ji 'Nobeta Edaletê' ya li Wanê: Dê têkoşîna me bidome

  • 14:53 12 Gulan 2022
  • Rojane
WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Wanê li pêş edliyê pêk hat û malbatên girtiyan carek din banga hestiyariyê kirin û gotin: "Dê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li Wanê didome. Malbat hewl didin ku bi çalakiya xwe bal bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên girtiyan. Çalakiya îro ya malbatan li pêş Edliya Wanê pêk hat. Dayika Botan Tîmûr ê girtî Aslihan Tîmûr û dayika Rojhat Aydin ê girtî Hamî Aydin beşdarê çalakiyê bûn. Her wiha rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê û endamên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ji bo piştevaniyê tevlî çalakiya malbatan bûn. 
 
Di çalakiyê de Aslihan Tîmûr axivî û diyar kir ku divê girtî bên berdan û wiha dom kir: “Çi dibe bila bibe em ê çalakiya xwe bidomînin û edaletê bixwazin. Hûn çi dikin bikin lê ez ê heta zarokên me bên berdan ez ê têkoşîna xwe bidomînim.”