"Nobeda Edaletê" ya Emîne Şenyaşar di roja 430'emîn de ye

  • 14:51 12 Gulan 2022
  • Rojane
RIHA - Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ên ku Nobeta xwe ya Edaletê didomînin ev peyam parve kirin: “Dibe ku xwediyên meqaman bên guhertin, rêya me edalet e û ew ê neguhere.”
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 430’emîn de berdewam dike. Ji ber Emîne Şenyaşar çûye hevdîtina lawê xwe Fadil Şenyaşar ê nêzî 4 sal in li Girtîgeha Xarpêtê tê ragirtin, nobetê Ferît Şenyaşar digire. Şenyaşar ê hate pêş edliyeya Rihayê, li qada ku weke “Quncê Edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin nobeta xwe didomîne. 
 
Malbatê têkildarî ji peywîrgirtina Waliyê Rihayê Abdûllah Erîn li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Têkoşîna me ya heq, hiqûq û edaletê ya li pêş Edliyeya Rihayê di roja 430’emîn de berdewam dike. Dibe ku xwediyên meqaman bên guhertin, rêya me edalet e û ew ê neguhere.”