Yekitiya Jinên Ciwan li dijî êrişan meş li dar xist

  • 14:21 12 Gulan 2022
  • Rojane
 
KOBANÊ - Li dijî êrişên li hemberî herêma Firatê, ji hêla Kongreya Star a Navçeya Çelebiyê ve kon hat vedan û her wiha Yekitiya Jinên Ciwan jî meşek li dar xist.
 
Li dijî êrişên Dewleta Tirk a li hemberî Herêma Firatê, Kongreya Star a Navçeya Çelebiyê a girêdayî Kantona Kobanê bi dirûşma “Bi vîna gel û Gerîla, em ê dagirkeriyê û faşîzmê têk bibin” çalakiya konvedanê li dar xist. Ev çalakî dê rojek bidome. Di konê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên Kongereya Star, Yekitiya Jinên Ciwan, wêneyên pakrewanan hatin daliqandin. 
 
Her wiha girêdayî vê çalakiyê jî Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê jî ji navenda avahiya Kongereya Star a Navçeya Çelebiyê dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşma “Bimre îxanet” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin û alên Yekitiya Jinên Ciwan hatin vekirin. Meş heta li ber kona ku hatî vendan dom kir. 
 
Li vir li ser navê girseyê ji Kongreya Star a Navçeya Çelebiyê Zelîxa Alî Nebû axivî û got: "Êrişên li hemberî Gelê Kurd tê wateya qirkirina gelan. Em ji tevahî cîhanê re dibêjin ku tu dewletên dagirker, nikare bi rêya van êrişan û balafirên şer yên bê mirov me tune bikin. Di heman demê de jî em bi hemû hêzên xwe li ser piyan e û em dibêjin bila her kes dengê me bibhîs e ku em xwedî rastiyeke dîrokî ne.”
 
Çalaki bi gerandina dîlanê bi dawî bû.