'Werin em xwedî li girtiyan derkevin'

  • 13:55 12 Gulan 2022
  • Rojane
AMED - TUAY -DER'ê beriya konferansa ku wê li dar bixê daxuyaniyek da û ji bo xwedîderketina li girtiyan banga tevlibûna konferansê li gel kir.  
 
Komeleya  Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) beriya konferansa ku wê  di 16'ê gulanê de li Eywana Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) li dar bixe daxuyaniyek da.  Daxuyan ji aliyê Berdevkên Komsîyona TUAY -DER'ê Safiye Akda û Mehmet Bakir ve hat dayîn.
 
Di daxuyaniye de Safiye bal kişand ser êrîşên îqtîdarê yên li hemberî Gelê Kurd û wiha berdewam kir, " Wek tê zanîn êrîşên desthilatdariyê li ser kurdan  berdewam dikin û qada ku girtî lê ne; girtîgeh jî  para xwe ji vê yekê digirin. Her ku diçe tecrîda li Îmraliyê zêde dibe û belav dibe. Ev pêvajoyeke bê hiqûqî û bê edalet e
 
Safiye di dawîya axaftina xwe de ji bo tevlibûna kongreya ku wê li dar bixin jî baang kir û wiha berdewam kir,"  "Rewşa girtîgehan li ber çava ye. Di girtîgehan de kuştinên biguman zêde dibîn. Her çiqas malbat ji bo vê yekê dengê xwe bilind bikin jî tu bersivek nayê dayîn. Di vê pêvajoya wiha de em ê jî wek TUAY-DER konferansekê di 16'ê Gulanê de li Eywana DBP'ê seat di 11.00'an de li dar bixin. Em hemû gelê xwe vedixwînin ku xwedî li girtiyan derkevin.."