Li Colemêrgê fermandarek hat sirgûnkirin û cerdevanek jî îstifa kir

  • 13:42 12 Gulan 2022
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Li navçeya Çelê ya girêdayî Colemêrgê cihê ku operasyon tê rê birin de fermandarek astsûbay ên li Fermandariya Cendirmeyan a Aşûtê hat sirgûnkirin û cerdevanekî jî îstifa kir. Her wiha wesayîtên sivîl yên alîkariya lojîstîk ji leşkeran re were dibin, hatin-çuyîna wan hat qedexekirin.
 
Êrişên Arteşa Tirk ên li dijî Zap, Avaşîn û Kurê Jaro yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve tê rêbirin didome. Di çarçoveya operasyona li ser sînor de, li herêmên Şemzînan, Çelê û Geverê yên Colemêrgê, pêvçûnên dijwar diqewimin. Her wiha zaiyata Arteşa Tirk neyê eşkerekirin. 
 
Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, hate diyarkirin ku yek ji fermandarên payebilind ên li Fermandariya Cendirmeyan a li herêma Aşutê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê dixebitî, ji ber gotina "Heta ku Gelê Kurd xilas nebe, PKK jî xilas nabe. Bi çi awayî pêşketin çênabe û tune ye jî" û piştî ew gotina fermandar, sirgûnî cihekî din hat kirin. Hate diyarkirin ku cerdevanekî ji heman gundî, ji ber operasyonê xwestine wî bixin xeta sînor nav şer de û wê cerdevanê jî îstifa kir.
 
Her wiha hat diyarkirin ku 4 cerdevanên li gundê Aşutê dijîn ji bo parastin û nobetê birine ber bi  nexweşxaneya Sahara ya li herêma Ertûşê. Çavkaniyên heremê diyar kirin ku cerdevanan nabin operasyonê û tenê dibin ser xetên sînor û li wir tên hiştin. Her wiha leşkerên qereqolên herema Çelê yê û qerekolên nêzik çeleyê leşker tê de nemane û ev leşkerên di wir de hemû birine ser xeta sînor.
 
Dîsa li gorî agahiyên ku me bi dest xistin, hate hînbûn ji bo ku TSK agahiyên windahiyên xwe vedişêre, li Tugaya Komandoyê ya Çiyayê Jendermeyan a Colemêrgê ku merasîmên leşkerî lê dihatin lidarxistin, ji bo çapemeniya neteweyî û saziyên çapemeniyê yên herêmî hatiye qedexekirin. Hate hînbûn ku cenazeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dane bi balafiran we, ji Balafirgeha Selahattîn Eyyûbî a Geverê û Balafirgeha Ferît Melen a Wanê dibin bajarên wan. Hat zanin ku di derbarê cenazeyan de peymana nepenîtiyê ya malbatên leşkerên ku mirine heye û kesên ku binpêkirine jî dê nikaribin ji tu alîkariyê sûd werbigirin.
 
Di çarçoveya operasyonê de hat hînbûn ku herêmên Bilêcan, Serêspî û Ziyaniş ji bo ji bo dermankirina leşkerên birîndar ên li herêmê bi wesayîtên sivîl we alikariyên lojistîk tên girtin, ji bo sivîlan ve hat qedexekirin. Ji bo operasyonê li Kayserî, Bolu û Hatay’ê gelek leşkerên pispor yên komando anîn herêmê bi cîh kirin. Her wiha hat zanin ku leşkerên Tugay’a Komandoyê ya Qeyserî yê li awahiya Miduriyeta rêya a Çelê ya nû li navbera gunde Mêrganê û Dêmanê de hatiye çêkirin de hatin bi cih kirin.