Platforma Çalakiyên hevbeş ên rêxistinên jinan: Rê nedin guherdina demografiyê

  • 13:21 12 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Çalakiyên Hevbeş ên rêxistinên jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê daxuyaniyên Dewleta Tirk ên derheqê veger û bicihkirina koçberên sûrî de daxuyaniyek da û got: "Divê civata navneteweyî xeteriya vê projeyê berçav bigire û derfetê nede ku guhertina demografiyê pêk were heta ku çareseriyeke siyasî li Sûriyê çêbibe."
 
Platforma Çalakiyên Hevbeş ên rêxistinên jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê plansaziya penaberan a Dewleta Tirk û Şamê de daxuyaniyek dan. Daxuyanî li çerxerêya Efrîn a li Rojhilatê Qamişloyê hat dayîn. Endama Meclisa Jinan a Sûriyê Mekiye Izedîn Hiso û endama rêveber a Kongra Star a Kantona Qamişlo Ibtîsam daxuyanî xwend. 
 
Daxwuyaniya Platforma Çalakiyên hevbeş ên rêxistinên jinan wiha ye:
 
"Ji destpêka krîza Sûriyê ku ji sala 2011'an ve berdewam e, Dewleta Tirk a dagirker rola herî xirab lîst wekî dewleteke cîran ji Sûriyê re ku rêzgirtin ji têkiliyên cîrantî re girtibe. Lê belê destwerdana wê di kar û barên Sûriyê de û dagirkirina bajarên wê zagonên navneteweyî û mirovî bin pê kirin. Her wiha hemû rêgezên cîhanî paşguh kirin bi taybet li herêmên dagirkirî ku hemû kiryarên dûrî pîvanên mirovahiyê pêk tîne ji kuştin, revandin û dîlgirtina jinan ku rêjeya herî bilind ji wan pêk tê ta ku bigihêje asta sûcên şer û li dijî mirovahiyê.
 
Demografiyê diguherînin
 
Daxwiyaniyên dawî yên Dewleta Tirk ên derbarê veger û bicihkirina milyon koçberên sûrî ku li Tirkiyê bûn, li herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê yên hatine dagirkirin, piştî ku niştecihên wê bi darê zorî koçber kirin û pê re cihên pîroz û şûnwaran wêran kirin, her wiha zimanê tirkî û ferz kir,  navên dibistan û qadan bi mebesta guhertina erdengariya ekolojî û jiholêrakirina nasnameya dîrokî ji herêmê re ku rêjeya herî zêde kurd in guhertin. Ev daxuyanî berdewamiya pêkanîna siyaseta guhertina demografiyê ye, piştî ku di bin navên cuda de êrişî herêmê kir û dagir kir. Lê tişta ku tê şermezarkirin alîgiriya hin dewletên erebî mîna Qatar û Kuweytê ye ku piştgiriya darayî ji van rêxistina re dikin da ku projeya xwe ya dagirkeriyê bi pêş bixin bêyî ku nirx bidin, mafên herî rawa yên mirovî. Li rex helwesta hikûmeta Şamê ya li dijî gelê xwe û berovajî hêviyên vî gelî, tişta herî metirsîdar û bobelat e ku ev proje ji hêla NY`yê ve tê kirin. Ev derfetê dide vejandina DAIŞ'ê û aramiya gelên herêmê bikeve metirsiyê.
 
Nehêlin ku herêm bê dagirkirin
 
Ji ber vê em wekî Platforma Çalakiyên Hevpar ên Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilata Sûriyê bang li civata navneteweyî dikin ku bi berpirsiyariya xwe rabe der barê projeya Dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze armanca xwe pêk bîne bi rêya lihevkirineke giştî da ku herêmê dagir bike. Ji ber vê divê civata navneteweyî xeteriya vê projeyê berçav bigire û derfetê nede ku guhertina demografiyê pêk were heta ku çareseriyeke siyasî li Sûriyê çêbibe û dewleta Tirk bê cezakirin li ser sûcên şer ên di herêmê pêk anîne.
 
Em bang li NY`yî dikin ku ku zextê li Dewleta Tirk bike da ku ji herêmên hatine dagirkirin, derkeve û vegere sînorên xwe. Ji aliyekî din ve em bang li gel û pêkhateyên civaka Sûriyê dikin ku li hember projeya Dewleta Tirk bisekinin ku dixwaze xewn û xeyalên xwe di pêkanîna hevpeymana Mîsaqî Millî de bi cih bike."