TJK-E: Em ê li ser şopa Aysel Dogan bimeşin

  • 12:41 12 Gulan 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E’yê Aysel Dogan bi bîr anî û got: "Ew jineke şerker a mîna Sara bû, ku şopînarê wê bû. Di baweriya xwe de wek avê zelal e, li hember neheqî û şaşiyê wek çiya hişk bû. Li ser navê jiyana bi rûmet ji bo tiştekî şer bikin dudilî nebû; Jina têkoşer ku ji rêya xwe, ji rêhevalê xwe, ji welatê xwe, ji Dêrsimê, ji Rêberê xwe pir hez dike."
 
Endama Koma Aştiyê ya 2'yemîn Aysel Dogan ku li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Ewropayê di sala 1999'an de hate Tirkiyeyê û bi salan di girtîgehê de mabû, duh li Elmanyayê ji ber nexweşîna penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Aysel Dogan a ku bi salan di nav têkoşîna azadiya kurdan de xebat kir, di 69 saliya xwe de koça dawî kir. Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji bo Aysel Dogan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
Daxuyaniya TJK-E wiha ye:
 
"'Divê hûn hemû bibin agir, divê hûn hemû evîndar bin. Em nikarin gerîla, gel û Kurdistanê biterikînin. Divê her kes çi ji destê xwe tê bike. Ji bo min jî bikin. Heke hûn qebûl dikin, bila ev gotin ji bo hevala Aysel be û bêjin vê gavê jî bila ji bo wê be'
 
Ev gotinên dawî yên rêhevala me Aysel in ji bo me. Dema em xatirê xwe ji şoreşgerek jin, pêşengek mîna wê dixwazin, ne mimkûn e em êşa dilê xwe bînin ziman.
 
Aysel Dogan; Ew binavkirina wateya herî binirx e ku dikare ji peyva serhildêr re were veqetandin. Di damarên wê de li hember dagirkerî, îxanetkarî xwîna serhildêriya 69 sal û berxwedan pak, hişmendiya pak, hêrsa pak dihewand… 
 
Yek ji pêşengên yekemîn ên Tevgera Azadiya Kurdistanê li Dêrsimê bû. Ew bi dilsoziya xwe pêşengekî mînak e ku ji heyecana roja ewil ti car wenda nekiribû, bi helwesta xwe ya prensîb derdora xwe re dibû mînak. Hevrêya Sakîne Cansîz (Sara) ye. Sara dema ku li hundir pêşengiya berxwedanê dikir, ew wek jinek şoreşger ji helwesta hevalên xwe hêz digirt û têkoşîn tax bi tax bi rêxistin dikir. Bi her agahiyek ku ji Sara distand, li ser navê wê du qatan dixebitî.
 
Ew jineke şerker a mîna Sara bû, ku şopînarê wê bû. Di baweriya xwe de wek avê zelal e, li hember neheqî û şaşiyê wek çiya hişk bû. Li ser navê jiyana bi rûmet ji bo tiştekî şer bikin dudilî nebû; Jina têkoşer ku ji rêya xwe, ji rêhevalê xwe, ji welatê xwe, ji Dêrsimê, ji Rêberê xwe pir hez dike.
 
Navê jibîrnekirinê bû beramberî bê dîrokbûn hiştin.
 
Paşeroj ji bo wê îro bû. 38 sal, her roj bi êşa wan axan dihesiya. Û dizanibû ku çawa hesab bipirse. Weke neviyê Seyît Riza haya wê jê hebû ku bêyî rûbirûbûna qetlîam û qirkirinê ne pêkan e ku bibe layiqê wan axan û Dêrsimiyek bi hêz.
 
Aysel Dogan ji bo me bû rêber û mamoste. Her tim ji me re digot, ger em dixwazin jiyanekê biafirînin, divê em hêza wê biafirînin. Ji bo vê yekê, meriv çawa kesayetiyê kêlî bi kêlî ava bike jî dike…
 
Di jiyana xwe de her tim ji bo vê yekê têkoşiya. Ji rêwîtiya wê ya yekem a bi Sarayan û vir ve her tim wiha ye. Her roj, her kêlî, tevî nexweşiya xwe, ligel ku ji welat sirgûnê Ewropayê bû jî, têkoşîn ji xwe re esas girt. Tevî nexweşiya xwe ya giran jî her tim hewl dida civakê hemû jinên derdora xwe perwerde bike. Her tim hewl dida xeta berxwedanê ya ku xwe li ser esas digirt bigre. Bêyî ku bizanibe westiyabûn çi ye, her tim rastî vegot.
 
Em vê jina leheng a ku ji helwest û rastiya xwe tawîz nade û dizane li ser şopa pîrozên Dêrsimê bimeşe, jina pêşeng a şoreşger Aysel Dogan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin; Em ji malbata wê, gelê Kurd, gelê Dêrsimê û jinan re sersaxiyê dixwazin.
 
Çalakî, helwest, kesayet û xeta wê ya di jiyana wê ya têkoşînê de wê her tim rêberiya me bike û gotina wê ya dawî jî dê soza me be…
 
Çawa ku ew ji bo Sarayan, tevahî hevalên xwe yên ber bi rêwîtiya dawî ve hatin şandin du qat têdikoşiya û berxwedan ji bo xwe kiribû felsefeya jiyanê, em ê wek jin jî şopdarê wê bin.
 
Em ê hişmendiya xwe ya dîrokî zindî bihêlin, li ber xwe bidin, li hemberî vê pergala ku me ji xwe dûr dixe her tim bi hêrs bin, em ê her tim di nava şer de bin, em ê bi azadî û têkoşîna azadiyê bi eşq tevbigerin. Em ê ji bo wê bixebitin û em ê ji bo wê bikin. Em ê hewl bidin ku layiqî wê bin."