Eyşe Hiso: Êriş komployeke navneteweyî ye ji bo qirkirina Gelê Kurd e

  • 11:47 12 Gulan 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso, diyar kir ku êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê beşek ji komploya navneteweyî ya ji bo qirkirina Gelê Kurd e, ku bi dîlgirtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kiriye û heta niha berdewam e. 
 
Êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) didomin. Bertek û nerazîbûnên li hemberî êrişên AKP'ê û PDK'ê didomin. Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hisso jî ji ajansa ANHA'yê re axivî û bal kişand ser polîtîkayên ku tên meşandin. 
 
'Komplo bi dîlgirtina Ocalan dest pê kir û îro jî didome'
 
Eyşe diyar kir ku êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê beşek ji komploya navneteweyî ya ji bo qirkirina Gelê Kurd e, ku bi dîlgirtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kiriye û heta niha berdewam e. Eyşe, daxuyand ku dijmin, hesab ji berxwedana kurdan li hember êrişên qirkirinê re nekirin û got: “Ne tenê Tevgera Rizgariya Kurdistanê lê belê partî û mezhebên kurdan bi giştî dike hedef bi taybet kurdên azad ên di oxira azadiya xwe de berdêlên giranbiha dan. Pêvajoya heyî dubare nabe. Yan em bibin xwedî biryar û vîn ku berjewendiyên xwe pêk bînin an jî tune bin.”
 
'Bi saya gerîla Başûr heye'
 
Hevseroka PYD'ê Eyşe, destnîşan kir ku eger berxwedana li herêmên Parastinê yên Medyayê bi hêz bimîne, dê hêza berxwedanê ya li her çar parçeyên Kurdistanê jî bimîne û ev tişt anî ziman: "Ji bo em parastina pêşeroja azad a Kurdistanê bikin divê em piştgirî bidin gerîla. Bi saya hebûna gerîla li çiyayên Qendîlê hikumeta Başûrê Kurdistanê niha heye. Gerîla li hember hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina herêmê li ber xwe didin. Gerîlayan bi gotin û di pratîkê de hebûna hikumeta Başûrê Kurdistanê parast. Sala 2014`an dema çeteyên DAIŞ'ê gihiştin sînorê Başûrê Kurdistanê çi li Mexmûr û an jî Şengalê, gerîla,YPG û YPJ herêm parast. Parastina Şengalê jî parastina doz û dîroka kurdî ye."
 
'Bi hevkariyê dê kurdan qir bikin'
 
Eyşe Hiso di axaftina xwe de wiha bal kişand ser êrişên li hemberî Şengalê: "Dema DAIŞ'ê êrişî Şengalê kir, ew hêz li ku derê bûn, îdaîyên ku ew Şengalê diparêzin ji rastiyê dûrin. Gelo niha dê Şengal ji şêniyên wê biparêzin? Serdana Mesrûr Barzanî ya Tirkiyê û girêdana wê bi êrişên dagirkeriyê ye. Destê xwe bikin destê dijmin û hevkariyê pê re bikin, ev xiyanet e. Cudahî di navbera xiyanet û şerê birakujî de heye. Dewleta Tirk israr dike bi hevkariya desthilatdarên Başûr, kurdan qir bike, gelo nayê bîra desthilatdarên Başûr kî li dijî referanduma serxwebûnê derket?”
 
'Ji jiyana hevbeş a gelan ditirsin'
 
Eyşe, derbarê çalakiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û seranserî cîhanê de pêk hatî de wiha nêrînê xwe anî ziman: Dema em dibînin gel daxwaza mafên xwe yên rewa dike û piştgirî dide şervanên xwe dikin, wê demê em fêm dikin ku gel tê gihiştiye xeteriya qirkirinê ya li dijî wan tê meşandin. Komployên dewletên hegemonîk li ser vê projeyê xeter in ku ji jiyana hevbeş a gelan ditirsin. Êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê beşek ji komploya dewletên serdest ên kapîtaîlst in ku dixwazin xwe li hember binkeftinên xwe nû bikin."
 
'Dixwazin destkeftiyan têk bibin'
 
Li gorî Eyşene dûr e ku hêzên dagirkerên Kurdistanê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin da ku destkeftiyên pêkhatî têk bibin û wiha bi lêv kir: "Qirkirina siyasî ya li Bakurê Kurdistanê berdewam e ji bo ku HDP`ê demokratiyeke layîqî gelê Bakur bi dest nexe. Gefên artêşa Tirk a dagirker encama îflasa wê ya siyasî û leşkerî ya li hember berxwedana gerîla ye. Divê xwedî li fikrên rêber Abdullah Ocalan derkevin da ku kongreyeke nîştimanî li dar ku sîwana siyasî ya kurdî bibe ye û têkoşînê di vê çarçoveyê de berdewam bikin."
 
'Ji bo çareseriyê divê berê xwe bidin Îmraliyê'
 
Eyşe Hiso, diyar kir ku dagirkerên Kurdistanê li ser qirkirina kurdan xwedî têkiliyên bi hêz in û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em nikarin fedekariyên gerîla li her çar parçeyên Kurdistanê înkar bikin, beşdarbûna gerîla di berxwedana Kobanê de serkeftin li dijî DAIŞ'ê bi xwe re anî. Eger dewleta Tirk a dagirker bixwaze doza kurdî çareser bike divê berê xwe bide Îmralî. Komploya navneteweyî ya ku bi dîlgirtina rêber Ocalan dest pê kiriye, dewam dike, berxwedana Gelê Kurd jî li cîhanê deng vedaye.”