ATK’ê ji nedîtîve dît: Hewcedariyên wê hevala wê dike

  • 09:05 12 Gulan 2022
  • Rojane
 
Gulîstan Dursun
 
STENBOL - Girtiya nexweş a giran Ozge Ozbek ku ATK’ê rapora ‘dikare girtî bimîne’ dayê rewşa wê her diçe giran dibe û wiha dibêje: “Ji ber tumoran êşa min zêde ye û nikarim jiyana xwe bidomînim. Gelek caran nikarim rabim ser xwe. Hemû hewcedariyên min hevalên min dikin.”
 
Tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal in didome û ev bandor li ser girtîgehan jî dike. Bi hezaran girtiyên li girtîgehên Tirkiye û herêmê bi binpêkirinên giran re tên rû hev û bi taybet jî girtiyên nexweş rewşa wan her diçe giran dibe. Li gorî daneyên ÎHD’ê ya sala 2022'yan ji 2021’ê heta nha herî kêm 46 girtî jiyana xwe ji dest dane û her wiha 651 jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene.
 
Ji van girtiyan jî girtiya bi navê Ozge Ozbek ya li girtîgha Tîpa M ya Gebzeyê girtiye. Ozge ji ber tumora di serê wê de rewşa wê di xeterê de ye. 
 
ATK’ê got bila girtî bimîne
 
Ozge Ozbek di 1985’an de li Çewlîkê tê dinê û ji Zanîngeha Haranê Beşa Xizmetên civakî mezun dibe û di Wezareta Polîtîkayên Civakî û malbatî de dixebite. Dema xwendekar bû der barê wê de doz tê vekirin û 6 sal û 3 meh ceza tê birîn. Ozge di 2020’an de emelyatek giran derbas dike û beyî dermankirina wê temam be tê girtin. Ozge ku emeliyata mêjî derbas kir û dermankirina işinê didît, tumorên wê roj bi roj mezin dibe û ATK’ê rapora ‘dikare girtî bimîne’ da Ozgeyê.
 
Ozge ya li Girtîgeha Tîpa M ya Jinan a Gebzeyê girtiye ji ajansa me re nameyek şand.
 
Ozgeyê got cezayê hatiye dayîn dijhiqûqiyek mezine û got: “Yek ji dozger û dadgerên ku ceza dan niya fîrariye yê din girtiye. Cezayê li min hatiye birîn jî dijhiqûqiye. Ez di 26’ê cotmeha 2020’an de emelyat bûm. Hîna bandora narkozê derbas nebibû ez ji nexweşxanê girtim û 30’ê cotmehê de birim girtîgehê. Heman şevê rewşa min giran bû. Ez rakirim nexweşxanê. Min nikaribû tena serê xwe tiştekî bikim. Wê demê ATK’ê gotibû nikare girtî bimîne. Piştî 34 roj girtinê şûnde bi tedbîra sê meh taloqkirina înfazê ez tahliye bûm. Ez her tim diçûm nexweşxanê dihatim. Ji bo dirêjkirina taloqkirina înfazê min serî li rapora heyetê da. Hîna rapor derneketibû di kontrola GBT’ê de dîsa hatim girtin.”
 
Emeliyata vekirî, dermankirina işinê
 
Ozgeyê diyar kir ku ji 2009’an heta niha nexweşe tumor her diçin mezin dibin û wiha vegot: “Carekê emeliyeta vekirî bûm. Du caran jî cerahiya işinê. Piştî emeliyata vekirî şûnde tevgerên min kêm bûn. Sînîr bi bandor bûn û nexweşiya epîlepsî pêş ket. Ji ber şertên girtîgehê êş, nobet û krîz zêde bûn. Derman zêde bûne. Niha di mêjî de li cihên cuda tumor hene. Rewşa tenduristiya min cidiye. Li girtîgehê ez bi kovîtê ketim. Ji ber piştgiriyek nehat dayîn min giran derbas kir.”
 
‘Ez bi gelek binpêkirinan re hatim rû hev’
 
Ozgeyê, destnîşan kir ku bi gelek binpêkirinan re bi rû maye û wiha dirêjî dayê: "Dema min dibin nexweşxanê kelepçe dikin. Ez her cara diçim nexweşxanê dikevim stresê. Êrişên fîzîkî û psîkolojîk tên jiyîn. Sê meh berê ez sewqî girtîgeha Gebezeyê bûm. Li girtîgeha Edîrneyê ez bi binpêkirinên nîjadperest û faşîst re hatim rû hev. Dema ez hatim Gebzeyê di odeya tecrîdê de mam. Vê zirarek mezin da rewşa min. Odeya girtiyên edlî yên ceza girtibûn ligel odeya me bû. Gotin nîjadperest, dijûn û parvekirinên dijahlaqî digotin. Ji ber deman dema xwe de nedidan rê li ber nobetên mezin vebûn.”
 
Raporek berovajî dan’
 
Ozgeyê balkişand ser rapora ATK’ê ya hatiye dayîn û got biryar ne biryarek bê aliye û got: “ATK’ê gotiye dikare biaxive li me binêre û biryar daye. Gelek doktoran di encama MR, EGG û tomografiyan de got nikare girtî bimîne û rapor dan. Lê ATK’ê berovajî vê rapor da. Dema ez mirina girtiyan dibihîzim ez bê çare dimînim. Ez bi rastiya ku wê rojekê navê min jî di van nûçeyan derbas bibe re têm rû hev. Ez dixwazim di vê mijarê de guherînên qanûnî bikin û her kes di vê mijarê de bi hestiyar tevbigerin.”