Qedexeya hevdîtinê ya li Abdullah Ocalan hatî birîn li Helebê hat şermezarkirin

  • 14:52 11 Gulan 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêj dema qedexeya hevdîtinê ya bo 6 mehan xelas ne bûyî, dîsa cezayê qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan birîn. Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê bi daxuyaniyekê cezayê qedexekirina hevdîtinê şermezar û bang li CPT'ê kir. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Abdullah Ocalan, herî dawî di 25’ê adara sala 2021’ê de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî lê ev telefon di niviyê de hatibû qutkirin. Ji wê rojê ve jî tu agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin. Di 12’yê cotmeha sala 2021’ê de cezayê qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan li Abdullah Ocalan hatibû birîn lê hêj ev qedexeye bi dawî nebûbû ku di 13’ê nîsanê de dîsa cezayê qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan lê hate birîn. 
 
Têkildarî mijarê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê daxuyaniyek hat dayîn. Bi dehan endamên saziyên sivîl û şêniyên taxê tevlî daxuyaniyê bûn. Berdevka Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Amna Xidiro daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Ji destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê ve û heta roja îro li ser bingeha yek al, yek reng, yek netewe û yek zimanî tevdigere. Lewma dewleta Tirk şerê hemû çand û pêkhateyên li herêmê kir û bû sedema qirkirina gelên qedîm û resen wek kurd, ermen, asûr, suryan, bulgar, çerkez û laz. Eger hin serkeftin qezenc kiribin jî, lê belê pirsgirêkên welatê xwe çareser nekirin, berovajî ew xiste şer û aloziyê demdirêj.
 
Tişta ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê dimeşîne, siyaseteke faşîst û dîktator e û encama wê zihniyetê ye. Cezayê dawîn yê Dadgeha Bilind ê qedexekirina hevdîtina rêbertî bi parêzeran re heta 6 mehan, raya giştî ya kurdistanî û navneteweyî matmayî hişt.
 
Ev ceza li dijî biryar û rêgezên Komîteya Wezîran a Yekitiya Ewropayê (YE), her wiha li dijî biryarên Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê (CPT) ye. Cezayê dadgeha Tirkiyê a qedexekirina hevdîtinên rêbertî bi malbatê û parêzeran re, dê pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî yên Tirkiyê zêdetir bike. Ev jî îspat dike ku bilindkirina têkoşînê di hemû qadan de yekane rêya avêtina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ji ser hikumê ye.
 
Em bang li rêxistinên mirovî yên navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û CPT'ê dikin ku ji bo betalkirina vî cezayî tavilê destwerdanê bikin."