Li Kobanê, li dijî êrîşan konê berxwedanê

  • 14:45 11 Gulan 2022
  • Rojane
KOBANÊ - Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê, bi dirûşma "Bi rihê serferberiyê werin cenga azadiyê" konê berxwedanê veda.
 
Bi dehan ji jinên ciwan ên Herêma Firatê, li dijî êrîşan konê berxwedanê vedan. Di konvedanê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wêneyên cangoriyan, alên Yekîtiya Jinên Ciwan hatibûn daliqandin. Tevahî Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê serdana konê berxwedanê kirin. Çalakiya konvedanê ku duh dest pê kir li Navçeya Qinayê ya Rojavayê Kantona Kobanê hat lidarxistin. Di roja yekemîn de civînek li ser seferberiya ku ji bo Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevegera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyeyê dest pê kir, semînerek jî li ser Şerê Gelê Şoreşgerî jî hat dayin. Îro jî roja dawî bû seminer li ser berxwedana Gerîla hate lidarxistin, axaftin li ser navê Kongereya Star a Herêma Firatê ji aliyê Gûneyine Alî ve hat kirin.
 
'Em seferberiyê îlan dikin'
 
Gûneyineyê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa berxwedanê ya li Çiyayên Zap, Metîna û Avaşînê û wiha dawî lê anî: "Em weke jinên kurd û Kurdistanê li dijî hemû rê û rêbazên şer û kiryarên li dijî mafê mirovan li berxwe didin û têkoşîna xwe rojane bilind dikin. Ji ber vê yekê em êrîşên li ser gerîlayên ku ji bo azadiya welatê xwe şer dikin, her wiha  ev êrîşên bi dijwarî li ser Şengalê hat pêkanîn jî em bi tundî şermezar dikin."
 
Her wiha li ser Navê Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê jî axaftin ji aliyê Hebun Xelîl ve hat kirin.
 
Hebûnê di axaftina xwe de wiha got : "Her carê dijmin bi şêweyên cuda dixwaze vîna ciwan û civakê lawaz bike. Lê em dibêjin tu carî bi tu rengî em nayên hilweşandin û heya kêliya dawiyê jî em ê li ser piyan bin û em seferberiyê îlan dikin."
 
Konê berxwedanê bi lîstika "Bir ê" bi dawî bû.