Dêrsim Dag: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî

  • 13:29 11 Gulan 2022
  • Rojane
ENQERE - Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dersim Dag li ser têkoşîna ciwanan axivî û destnîşan kir ku divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. 
 
Berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamentera Amedê Dersim Dag têkildarî rojeva ciwanan li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên derbarê ciwanan de nirxand. Dêrsimê bi nêzbûna 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî re bal kişand ser girîngiya rojê û wiha got,  “Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.”  
 
Dêrsimê di berdewamiya axaftina xwe bal kişand ser Roja 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî  û wiha got: “Belê hevalên hêja em ber bi 15’ê Gulanê ve diçin. 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye. Em her roj dibînin ku Kurdî li vê axê tune tê hesibandin, kesên ku zimanê wan Kurdî ye tên kuştin û êrîşî wan tê kirin. Bi minasebeta 15’ê Gulanê em dixwaz dikin ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, bibe zimanê fermî. Em daxwaz dikin hemû gelên ku li vê erdnîgariyê dijîn bila bi azadî bi zimanê xwe bijîn û perwerdehiyê bibînin. Îro li Tirkiyeyê ji bilî Tirkî zimanê ku herî zêde tê axaftin Kurdî ye. Kurdî li Tirkiyeyê qedexe ye, li parlamentoyê wekî zimanê biyanî tê pênasekirin. Li dijî vê yekê em li her derê Kurdî diaxivin, li her derê Kurdî dixwînin û xwedî li Kurdî derdikevin. Ez careke din ji vir di serî de li zarokên Kurd û li hemû Gelê Kurd Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikim. Divê demildest Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê.”