Li Qoserê 10 kes hatin binçavkirin

  • 13:27 11 Gulan 2022
  • Rojane
MÊRDÎN - Bi serdegirtina malan li Qoserê 10 kes hatin binçavkirin. Her wiha li hemberî Komîteya Amadekar a Newrozê jî lêpirsîn hate destpêkirin.
 
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê serê sibehê polîsan avêtin ser gelek malan. Serdegirtin di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de li dijî beşdarên pîrozbahiya Newrozê hate kirin.
 
Di serdegirtinan de 10 kes hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.