Malbata Şenyaşar: Hiqûqa serdestan tê parastin

  • 12:56 11 Gulan 2022
  • Rojane
RIHA - Di roja 429'emîn a "Nobeda Edaletê" de Ferît Şenyaşar da zanîn hiqûq serdean tê parastin û got:"Em edaletê dixwazin. Heke em hemwelatiyê vî welatî bin, em welatîbûna wekhev dixwazin. Bila tenê di qanûnan de nemîne, em dixwazin were sepandin. Em dixwazin ku ev zilm demildest were bidawîkirin."
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar ku li pêş Edliyeya Rihayê di 9’ê Adara 2021’ê de dabûn destpêkirin di roja 429'emîn de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar di saetên serê sibehê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin pêş Edliyeya Rihayê û çalakiya xwe ya nobetê dan destpêkirin. Malbata Şenyaşar, têkildarî têkoşîna xwe welatî û parêzerên tên edliyeyê agahdar kirin. 
 
'Hiqûqa serdestan tê parastin'
 
Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re li qada ku weke “Quncika edaletê ya malbata Şenyaşar” tê binavkirin bi dowiza “Em edaletê dixwazin” nobeta xwe ya edaletê didomîne, têkildarî têkoşîna edaletê nirxandin kir. Ferît, destnîşan kir ku Nobeta Edaletê tevî hemû astengiyan 429 roj in didome û da zanîn ku têkoşîna wan ji aliyê hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn ve tê şopandin. Ferît, gotinên Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ên “Rêgeza dewleta hiqûqê, şertê demokrasiyê yê nebe nabe ye” yên di Torena Salvegera Avakirina 154’emîn a Şûraya Dewletê û Roja Daraza Îdarî de kiribûn bi bîr xist û wiha got: “Kesê serê dewletê ye di axaftina xwe de behsa dewleta hiqûqê û serbixwetiya darazê dike. Em van gotinan qebûl nakin. Gelê Rihayê van gotinan qebûl nake. Li pêş edlliyeyê bi awayekî aşkere hiqûqa serdestan tê parastin. Ji ber vê yekê dayika 66 salî 429 roj in li pêş edliyeyê ye. Yekane daxwaza wê pêkanîna qanûnên heyî ye.”
 
'Wê van tiştên em dijîn bi kîja rêgeza dewletê ya hiqûqê rave bike?' 
 
Ferît, diyar kir ku di dosyaya Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ku bi biryara “veşartî” tê parastin, di 4 salan de tenê 4 kes hatin girtin û berteka xwe ya li dijî Erdogan wiha domand: “Wê van tiştên em dijîn bi kîja rêgeza dewletê ya hiqûqê rave bike? Heke sûcdar diyar bin çima 4 sal bûn li derve digeriyan? Birayekî me 4 sal in bi awayekî bêhiqûqî bi fermana serdestan girtî tê ragirtin. Em edaletê dixwazin. Heke em hemwelatiyê vî welatî bin, em welatîbûna wekhev dixwazin. Bila tenê di qanûnan de nemîne, em dixwazin were sepandin. Em dixwazin ku ev zilm demildest were bidawîkirin.”