‘Li dijî xizanî û kedxwariyê em ê rêxistinbûna xwe mezin bikin’

  • 09:02 11 Gulan 2022
  • Rojane
 
AMED - Jinên ku tevli mîtînga 1’ê Gulanê ya Amedê bibûn ji qadê li dijî xizanî, kedxwarî û tundiyê banga mezinkirina bi rêxistinbûn û têkoşînê kirin.
 
Li hemû deveran roj namîne ku jin neyên qetilkirin, di nava civakê de li dijî wan cudakarî neyê kirin, li qada kar keda wan neyê binpêkirin û bi mobîngê re rûbirû nemînin. Jinên ku li dijî van hemû pêkanînên dijmirovî li berxwe din û serî natewînin, di 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê de jî  bi hemû hêza xwe daketin qadan û li dijî hemû pêkanînên dijmirovî ên li hemberî xwe banga mezinkirina berxwedanê kirin. 
 
Kedkara tendurîstiyê Gurbet Baykuşak, diyar kir ku ew hem ji ber nasnameya xwe ya jinê û hem jî ji ber ku sendîkayî ne zext li wan tên kirin û keda wan tê binpêkirin. Gurbet, wiha axivî: “Em li vir ji bo mafên xwe dengên xwe bilind dikin. Ez wek kedkara tendurîstiyê li dijî tundî û kedxwariyê li vê qadê dengê xwe bilind dikim. Li qada tendirustiyê gelek caran mobîng li me tê kirin û mûçeyê ku em heq dikin nikarin bigirin.  Em gelek zêde dixebitin lê mûçeyê ku em heq dikin nadin.  Heta ku em mafê xwe bi dest bixin em ê li qadan bin û li dijî van pêkanînan yekitî û rêxistinbûyîna xwe mezin bikin.”
 
‘Xwendevan rastî kedxwariyek mezin tên’
 
Xwendevan Çagla Tunç jî diyar kir ku welat êdî nayê birêvebirin û wiha got: “Pirsgirêkên me yên herî mezin xizanî, tundî, qirkirina jinê û qeyrana aboriyê ye. Ji bo  ku en bêjin ‘Em bêjin êdî bes e’ li vê qadê me cihê xwe girt. Kedxwarî hem li hundir hem jî li derve zêdetir dibe. Divê em li dijî van rêxistinbûyîna xwe û yekitiya xwe ava bikin. Em wek xwendevan rastî keda me tê xwarin û xizan dimînin.”
 
‘Hesaba fatureyên zêde ji jinê tê pirsîn’
 
Pervin Tiryakî jî daxuyand ku li qada aboriyê newekhêviyek kûr a li hemberî jinan heye û wiha pêde çû: “Daxwaza me ew e ku jin di qadên aborîyê de bi mêran re wekhev û azad bin. Bi taybetî  jî li dijî tundî û kuştina jinê em ê hertim dengê xwe bilind bikin. Gelek jin di bin mûçeyê herî kêm ê asgarî re tên xebitinandin. Jinên ku bi mêran re heman karî dikin û di heman saetê de kedê didin keda wan tê binpêkirin.  Li ser jinan di warê derûnî de jî zext hene. Lê em wan qebûl nakin û li hemberî wan pêkanînan  em ê serî rakin. Qeyrana aboriyê ji xwe her diçe kûrtir dibe. Ev jî herî zêde bandora xwe li jinê dike. Hesabê fatureyên zêde ji jinê tê pirsîn. Jin di hundirê malê de jî ji ber pirsgirêkên aborî zext lê tê kirin û tundiyê dibîne.”
 
‘Em ê li qadan bin’
 
Herî dawî jî Ezgî Bulak axivî û li dijî xizanî û kedxwariyê banga birêxistinbûyînê kir. Ezgî, ev tişt anî ziman: “Em ê li dijî qeyrana aborî, kedxwarî û xizaniyê li qadan bin. Heta ku qeyrana aborî bi dawî nebe dê jiyaneke aram jî nebe."