Xanê Agal: Êzidî dixwazin parastina xwe bikin

  • 09:01 11 Gulan 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê polîtîkayên Enqere, Bexda û Hewlerê ya li hemberî Şengalê de endama Siwana Meclîsa Jinên Êzidî Xanê Agal wiha axivî: "Baweriya êzidiyan bi tu kesî re nema ye. Lê di sedsala 21'ê de civaka êzidî baweriya xwe li xwe tîne û xwe bi xwe diparêze. Weke herêmeke serbixwe dixwaze ku parastina xwe bike."
 
Geşedanên siyasî yên derbarê Şengalê de pêk tên didomin. Di 9'ê Cotmeha 2021'an de bi piştgiriya Tirkiyeyê, di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de peymana Şengalê hat îmzekirin. Peyman beyî vîna civaka êzidiyan hat îmzekirin. Her wiha bi peymanê re di navbera Şengal û Rojava de dîwar hatin danîn. Leşkerên Iraqî dora Şengalê dorpêç kir. Êzidiyên ku li dijî biryarên ku derbarê wan de tên girtin nêrazîbûnên xwe bi çalakiyên cuda nîşan da. Derbarê mijarê de ji Siwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) Xanê Agal axivî û bal kişand ser polîtîkayên ku li herêmê tê meşandin.
 
'Arman tunekirina êzidiyan e' 
 
Xanê, anî ziman ku civaka êzidî li benda êrişeke wiha bû û got: "Ev êrişa herî dawî perçeyek ji fermanê bû. Berdewamiya temamkirina fermanê bû. Armanc qirkirin û tunekirina civaka êzidiyane. Di sala 2014'an de armanc ew bû ku Şengalê ji êzidiyan vala bikin û êzidî vê erdnîgariyê koçber bikin. Dixwestin ku êzidî ji çanda xwe dûr bikevin û bi vî awayî jî tune bibin. Plana wan a wê demê ev bû. Lê vê plana wan encam negirt û bi serneket. Ji bo ku Şengal ciheke gelek girîng e êriş dikin. Hêj di dema Osmaniyan de wan bi Şengalê re şer kiriye. Di wê demê de gelek bêbextî li êzidiyan hatin kirin. Şengal di dîrokê de heta niha ciheke geleke watedar e. Li tevî hemû êrişan jî êzidî tune nebûne. Li gorî baweriya êzidiyan her baskek axa Şengalê ziyareteke. Ji ber wê jî Şengal paytexta êzidiyane. Êzidiyên ku li xwe xwedî derketine û axa xwe terk nekirine êzidiyên Şengalê ne.  Ji ber vê jî niyeta di bin van êrişan de gelek xirab e. Ev êrişa herî dawî ya li ser Şengalê jî berdewamiya fermanên ji dîrokê heta îro ne."
 
'Dixwezin planên Osmaniyan pêk bînin' 
 
Xanê, diyar kir ku Tirkiye tiştê ku dixwaze bike û nikare pêk bîne dixwaze bi destê Hikûmeta Navendî bike û wiha bi lêv kir: "Hikûmeta Iraqê ne xwedî îradeyeke yekbûyî ye. Her tişteke wê gelek diyar e. Şîî, sunnî tê de hene. Siyasetmedarên cuda hene. Hikûmete perçekiriye. Serkeftina wê, siyaseta wê û plan û projeyên wê nepêkaneye ku bi ser keve. Nikare xwe di bin bandora siyaseta derve jî rizgar bike û an jî serbixwe bimeşe. Ji bo wê yekê niha hebûna Dewleta Iraqê, ji bo hikûmeta Erdogan ciheke girîng de ye. Çima? Çimkî perçeyek Kurdistan di bin destê wan de ye, sînorê wan û Rojava yeke û dîsa hebûna çand û nasnameya êzidiyan tê de ye. Dewleta Tirk her tim planên xwe yên Mîsak-î Millî esas digirin. Dixwazin planên Osmaniyan pêk bînin. Tiştê ku Osmaniyan nekarî pêk bîne ew dixwazin temam bikin. Li ser vî esasî çavê wan li Kerkûk û Musulê ye. Ji ber ku ev der cihê neftê ne û cihên dewlemendin. Di van cihan de Tirkmen hene. Dixwazin li ser Tirkmenan jî siyasetê bidin meşandin. Hikûmeta Iraqê ne bi siyasete serbixwe dimeşe. Ev tişteke diyare. Siyaseta ku hikûmeta Iraqê dide meşandin di bin bandora Tirkiyeyê de ye û di bin plan û projeyên Erdogan de ye. Tiştê ku Erdogan rast bi rast nikare bike dixwaze bi destê wan bike. Dîsa bi destê hikûmeta Kurdistanê jî tiştê ku dixwaze dike. Lê tiştê ku bi wê nikare temam bike, dixwaze bi hikûmeta Iraqê re temam bike."
 
'Tehemûla wan ji xeynî wan ji tu kesî re tune ye' 
 
Xanê Agal, destnîşan kir ku hikûmeta Iraqê di dîrokê de heta niha li dijî civaka êzidî nijadperestiyê dide meşandin û wiha domand: "Ji ber vê yekê jî Hikûmeta Iraqê êzidiyan weke hemwelatiyên xwe nabîne. Dixwaze ku êzidî li hemberî wan çok dane û teslîm bibe. Di vir de hem polîtîka heye û hem jî dijminatî û nakokiya olî jî heye. Yekrengî, yekdengî û yeknasnameyî, yekal û yekziman çanda Rojhilata Navîn a faşîzmê ye. Ew çand û zimanên cuda ku kêm hêzin, li gorî wan mahkumî tunekirinê ne. Li gorî wan ew nikarin bibin tiştek. Bi nêrîna wan pêwîste ew bên tunekirin. Ev polîtîkaya jî roleke mezin dilîze. Ev polîtîkayên nijadperestî di heman demê de gelek bi bandor in. Tehemûla wan ji xeynî wan tu kesî re tune ye. Hikûmeta Iraqê jî yek ji van e. Hikûmeteke bêîrade û bêhedef û armance. Êrişên wan ê li ser Şengalê ne di berjewendiyên wan de ne. Çima çimkî êzidî hemwelatiyên wan in û perçeyek ji Iraqê ne. Gelek êzidiyan ji ber Iraqê bedel dane. Di şerê Iraq û Îranê de heta niha gelek êzidiyên ji herêma Şengalê di vê oxirê de şehîd ketine. Lê hikûmeta Iraqê vê nabîne û bi destê Erdogan êriş dike."
 
'Guh nadin daxwazên êzidiyan' 
 
Xanê, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser hêzên ku di bin Sîwana Asayîşa Êzîdxan de hatine avakirin: "Ev êriş îro dest pê nekirin. Lê di demên dawî de pir dijwar bûne. Bi taybet jî piştî ku gelê Şengalê şiyar bû û xwe nas kir ev tişte qebûl nekirin û wê qebûl jî nekin. Van êrişan layiqî gelê Şengalê nabînin. Ji bo vê yekê ji gelê Şengalê ditirsin. Dibêjin, 'Di hesabên me de ev koleyên me bûn. Ev ji kurd derketin û çawa çêbû'. Dixwazin bi zorê gelê Şengalê bixin xewê û nezan bihêlin. Nêzikatiya wan li ser vî esasî ye. Ji ber vê yekê jî êriş dikin. Şengalê weke dewletekî ji dewletekî veqetînin dibînin. Lê tişteke wisa jî tune ye. Rêveberiya Xweseriya Şengalê bi hezarî caran dibêje, 'Em ji diyalogê re vekirine, werin em rûnin û hemû pirs û pirsgirêkên xwe bi hev re biaxivin û çareser bikin'. Lê ew guh nadin vê daxwaza Şengalê û berevajî vê êrîş li ser êrîşê dibin ser êzidiyan. Diyare ku naxwazin gelê civaka êzidî bibe xwedî îrade. Gelê Şengalê jî di tiştê ku hatiye serê wan de dît ku ne hikûmeta navendî û ne jî ya herêmî ya Kurdistanê li hemberî êrişan ew ne parastin. Heta ku çekên wan jî destê wan girtin. Ew kirine xewê û heta ku DAIŞ'ê li ser wan de girt. Tişta ku hatiye serê wan dubara hewce nake ku çê bibe. Di dîrokê de baweriya wan kesî nema ye. Lê yekem care di sedsala 21'emîn de civaka êzidî baweriya xwe li xwe tîne û xwe bi xwe diparêze. Weke heremeke serbixwe dixwaze ku parastina xwe bike."
 
'Hêza Şengalê xewnên dewleta tirk ê dîrokê revandin'
 
Xanê Agal, wiha behsa girîngiya Şengalê kir: "Şengal ji ber ku ciheke stratejîke ji ber wê hêzên dagirker dixwazin ku bikevin Şengalê. Şengal ji nû ve zindî dibe. Gelek bûyerên mezin li Şengalê çêbûn.  Kesekî bawer nedikir û dibe ku xewnan de jî neditîbin û ji herkesî re xewn û xeyal bû ku Şengal careke din bi ewqasî êrişeke mezin rabe ser piyan û xwe bi hêz bike. Lê Şengalê ev raber kir û nîşanî herkesî da. Ew Şengala birîndar û nêçar xwe kom kir û bi xwedî hêz û polîtîkayên wan tev vala de derxistin. Şengal di taritiyê de bû ronahî. Bi perspektîfa azad xwe birêxistin kir û jiyaneke hevpar ava kir. Hêza ku di Şengalê de hatiye avakirin, xewnên dewleta tirk ê dîrokê revandin. Herkes dizane ku şefê DAIŞ'ê Erdogan e. Vê yekê dinya tev dizane.  Ji ber wê jî kîna Erdogan a li hemberî ^dzidiyan îro hêj mezintir bûye. Dixwaze tola DAIŞ'ê ji êzidiyan bistîne. Ya ditir jî sînorê Rojava û Şengalê yeke. Şengalê weke piştevaniya Rojava dibînin. Ji bo ku êrîşê bibin ser Rojava dixwazin Şengalê bikar bînin. Ev jî nokteyeke gelek girîng e. Li ser Şengalê dixwazin ji  Rojavayê rederî vekin."
 
'Em bang li jinan dikin ku têbikoşin' 
 
Xanê, bal kişand li ser têkoşîna jinên êzidî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di divê jin ji bo parastina axa xwe amade bin. Hemû pirsgirêkên civakê bi pirsgirêka jin re girêdayî ne. Di pirsgirêka jin de hem dîktatorî heye û hem jî xwe xapandin heye. Ji ber wê jî pêşengê civakê jine. Heta jin azad nebe civak azad nabe, heta ku jin bindest be wê civak jî bindest be. Jin di kîjan rewşê de be wê rewşa civakê bide diyarkirin. Kîn û nefreta li hemberî jinan îro ji her tişteke zêdetire. Divê jinên êzidî jî li ser vî esasî nêz bibin. Niha 3 hezaran jinên êzidî wenda ne. Divê ew tiştê ku ew jin niha dijin em hîs bikin û bijin. Divê her jinek xwe di nav de bibîne û hêz û qeweta xwe bikin yek. Encax jin dikarin vê zilmê bişkinin. Bangawaziya me ji hemû jinan re ye ku têbikoşin. Heger jin têbikoşin dê her kes têbikoş e."