Nobeda Edaletê di roja 58'an de ye: Girtîgeh pirsgirêka her kesî ye

  • 16:09 10 Gulan 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Rêxistina Navçeya Konakê ya HDP'ê ya ku çû serdana xizmên girtiyan da zanîn girtîgeh pirsgirêka her kesî ye û banga hestiyariyê û xwedîderketinê kir. 
 
Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin di roja 58'an de li Baroya Îzmîrê dewam dike. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Karşiyakayê çû serdana xizmên girtiyan. 
 
'Girtîgeh pirsgirêka her kesî ye'
 
Hevserokê Rêxistina Navçeya Konakê ya HDP'ê Menfi Yilmaz diyar kir ku ji bo çalakiya xizmên girtiyan bêtir bi bandor be divê piştgirî ji bo çalakiyan bên dayin. Menfî bang li gelê Egeyê kir û got:"Divê li dijî zext û bêhiqûqiya li girtîgehan her kes têkeve nava tevgerê. Divê hemû kesên xwedî wijdan di vê mijarê de hestiyar bin. Pirsgirêka girtîgehan hemû cîhanê eleqedar dike. Girtîgeh pirsgirêka her kesî ye. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di girtîgehê de di bin tecrîdeke giran de ye. Divê bi taybet ji bo girtiyên nexweş em têkevin nava tevgerê."