Malbatên girtiyan: Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin

  • 13:50 10 Gulan 2022
  • Rojane
AMED - Malbatên girtiyên nexweş ên li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyanî dan anîn ziman ku wê heta dawiyê lêgerîna aştiyê berdewam bikin.
 
Nobeda Edaletê ya Amedê ku ji aliyê xizmên girtiyan hatibû destpêkirin li ber deriyê Girtîgeha Tîpa D a Amedê berdewam dike. Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan a Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Komeleya Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya Malbatên li Dergûşa Mezopotamyayê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
'Bila ji girtîgehan cenaze dernekeve'
 
Di daxuyaniyê de Nazime Boltan hêrsa xwe anî ziman û wiha got: "Em  6 meh in em 'Nobeda Edaletê' digrin. Me heta niha tu edalet nedît. Di girtîgehê de rewşa zarokên me xirab e. Bila zarokên me bêne tedawîkirin. Em êdî naxwazin ku ji girtîgehan cenaze derkevin. Serokkomarê Tirkiyeyê û Wezîrê Dadê guhê xwe girtine."
 
'Heta dawiyê em ê edaletê bixwazin'
 
Nazime di dawiya axaftina xwe de wiha berdewam kir: "Bila êdî girtiyên nexweş ji girtîgehan derxin û yên ku cezayên wan qediyane bila bêne berdan.  Em edaletê dixwazin. Heta dawiyê em ê edaletê bixwazin. Em mirov in û kurd in. Ji ber vê yekê helwesta wan li hemberê me hişk e. Ez ne dev ji zimanê xwe û ne jî dev ji lawê xwe berdidim."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Heq, Hiqûq, Edalet" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.