Li Mexmûrê ji bo mêran perwerda jineolojiyê

  • 11:50 10 Gulan 2022
  • Rojane
MEXMÛR - Ji hêla Komîteya Jineolojiyê ya Mexmûrê ve ji bo mêran dewreya perwerdê a bi navê Şehîd Esmer Devrîm hat destpêkirin. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji hêla Komîteya Jineolojiyê ve ji bo mêran dewreyeke perwerdê hat destpêkir. Di dewreyê de mijarên wekî jineolojî, heqiqet, hevjiyana azad, têkoşîna jineolijî û di hêla têgehan de perwerde bê dayîn. Perwerde dê bi navê Şehîd Esmer Devrim bidome.
 
Dewreya perwerdê bi rêz girtinê dest pê kir û axaftina vekirinê jî ji hêla hevseroka Meclîsa Gel a wargehê Fîlîz Budak ve hat kirin. Fîlîz, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya perwerdê û got: "Ya pêşengiyê ji zanista heqîqetê re dike û ji dîroka heqîqeta mirovahiyê re dike û heqiqeta jinê derxe holê em li ser vî esasî xebatên jineolojî yê ku di asta cîhani di asta Kurdistanê de û li Mexmûrê didin meşandin. Dewreyên perwerdê yen bi taybetî ji aliyê guhertin û veguhertina mêran weke projeyeke Rêber Apo derketibû pêş îro di nava civakê de di nava her du zayendan de li esasê pêşketina azadiya zayendi û wekheviya zayendi xebatên jeneolojî didin destpêkirin. Di heman demê de  jineolojî xwedî îdeya ku guhertin û veguhertinên di asta zihniyeta mêr û zihniyeta paşverû de xwedî rolekî girîng e û xwedî îdeayê ye ku zihniyeta paşverû bideguhertin.
 
Jineolojî weke altenatifek ku bikari be di zanistê de heqîqtê û rastiyê derxe pêş û zanista ku hatî parçekirin ya ku ruh beden û hebûn parçekiri dixwaze di vir de yekparebûnê bide avakirin. Li ser esasê çanda dayika xwedewend û çanda neolotîka hemdem bi hev ve dana zeliqandin yê her ferdek yê civakê ye ji ber ku ferd bê civak, civak ji bê ferd nabe hatina gel hev ya ferda avakirina civakê ye. Li ser pivanên exlaqi xwe rêvebirin giring e.”
 
Piştî axaftinan perwerde dest pê kir. Perwerde dê 15 rojan bidome.