Li Şirnex û Dêrikê bi ser malan de hat girtin

  • 10:48 10 Gulan 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li Şirnex û Dêrikê polîsan bi ser malan de girtin û gelek kes kirin bin çavan. 
 
Li bajarokê Dêrgulê ya Şirnexê û bajaroka Erebanê ya navçeya Hezexê polîs di ser malan de girt. Di serdegirtina malan de li Dêrgulê rêvebira berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Zozan Aksû û Zeynep Unat, li Erebanê jî Hevseroka bajarokê HDP’ê Muzeyyen Înan û kurê wê Osman Înan hat binçavkirin.
 
Her wiha hat zanîn ku Muzeyyen a ku xaniyê xwe wek avahiya partiyê bi kar tîne lêgerîn lê hatiye kirin.
 
Di serdegirtina malan de 4 kesên ku hatin binçavkirin sedema wê nayê zanîn û her wiha hat diyarkirin ku dê wan bibin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.
 
Hat ragihandin dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.
 
Li Dêrikê 7 kes hatin binçavkirin
 
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di saetên serê sibehê de polîsan bi ser malan de girtin û bi idiaya ku di Newroza 20'ê Adarê de "propagandaya rêxistinê" 7 kes kirin bin çavan. Bi çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê Bahriye Dolcek, Şukriye Guven, Ayten Deniz, Sultan Kaya, Azad Pilsin, Hejan Pilsin û Kadir Înce hatin binçavkirin. 
 
Yên hatin binçavkirin birin Muduriyeta Navçeyê ya Dêrikê.