Ji qeyûm îhaleya bi 10 milyonan

  • 10:25 10 Gulan 2022
  • Rojane
MÊRDÎN - Şaredariya Mêrdînê ya ji aliyê qeyûm ve tê rêvebirin Parka Karayollari ya dikare bi pereyekî hindik bê nûkirin bi nêzî 10 milyonan pere derxist îhaleyê. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya di bin rêveberiya qeyûm de di mehên derbasbûyî de dest bi nûkirina Parka Karayollari ya li navçeya navendî ya Artûklûyê kir. Parka ku di serdema şaredariya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de li hundirê wê hewz hatibû çêkirin, ji aliyê qeyûm ve hat rakirin û kevirên andezit ên li zemîna parkê hatibûn bicihkirin, bi temamî hatin rakirin. Piştî ku ev kevir bi kepçeyê hatin rakirin bi demek kin dîsa kevirên andezit hatin bicihkirin. 
 
Bedela îhaleyê hat veşartin
 
Ji bo pênasekirina kar tabelayek hat çêkirin lê tenê navê kar, navê fîrmayê û agahidarkirin hatin nivîsandin. Lê lêçûna ji bo kar di tabelayê de cih negirt. Çêkirina parkê li ser Platforma Danûstandinên Cemaweriyê ya Elektronîk (EKAP) hat ragihandin û derket holê ku nûkirina  parkê bi 9 milyon û 680 hezar û 284 lîreyî derxistine îhaleyê. 
 
Tê diyarkirin ku lêçûna ango bedela nûkirinê ya li ser tabelayê ji ber bertekan hatiye veşartin. 
 
10 Milyon lîre! 
 
Hat diyarkirin ku di îhaleyên cemaweriyê de li dijî şertê pêşkêşkirina 3 teklîfan hatiye kirin û du fîrmayan teklîf daye û îhale bi vî awayî bi encam bûye. Hat zanîn ku îhaleya nûkirina parkê û projeyên wê bi guman hatine kirin. Tevî ku ji aliyê xelkê bajêr ve tê zanîn dê lêçûnek hindik li nûkirina parkê biçe lê şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de nêzîkî 10 milyon lîreyî ji bo îhaleyê veqetandiye.