ROJEVA 10'Ê GULANA 2022'YAN

  • 09:00 10 Gulan 2022
  • Rojev
 
*Ji HDP'ê Handan Çelîk û ji EMEP'ê Nurgul Denîz têkildarî êrişên li ser avahiya HDP'ê û li ser parlamenter Ayşe Acar Başaran  weke provakasyonek polîtîk nirxandin û gotin: "Zimanê îktidarê ji êrişên nîjadperest û zayendperest re bingehê ava dike. Em ê li dijî wê hişmendiyê rêxistina xwe mezin bikin." DÎMEN HEYE
 
*Ayşete Atabey 6 sal in li cenazeyê kurê xwe yê ku li Nisêbînê di dema qedexeyan de jiyana xwe ji dest daye digere. Ayşete, wiha dibêje: "Wekî min gelek dayik hene li Botanê cenazeyên zarokên xwe hîn jî nedîtine. Ez 6 sal in li kezeba windabûyî digerim. Li me zilmê dikin. Heta ez saxbim ez ê li cenazeyê kurê xwe bigerim." BI DÎMEN
 
*Dêra Mor Dodo ku li gundê Hespistê ya Hezexê cih digire xwedî dîrokek bi hezaran sal e. Dêra qedîm a Gelê Suryanî niha  bê xwedî maye û li benda vênerînê ye. DÎMEN HEYE
 
* Girtiya nexweş Dîlber Tanrikulu da zanîn ku straneke li ser zimanê her kesî di nava demê de li ser zimanê wê jî geriyaye. Dîlber ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye tevî şertên giran yên pirsgirêkên tenduristiyê nayê dermankirin. DÎMEN HEYE
 
*Siyasetmedar, parêzer û nûnerên rêxistinên jinan bertek nîşanê provakasyona li hember navenda Giştî ya HDP’ê û tehdîda polîsan a li dijî Ayşe Acar Başaran ya HDP’î dan û diyar kirin ku wê wek jin her tim li gel hev bin û banga mezinkirina têkoşîn û berxwedanê kirin.  DÎMEN HEYE