Li Ranyayê jin li dijî êrişan derketin

  • 17:10 9 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya RJAK'ê, jinên Ranyayê daxuyaniyek da û êrişên li hemberî Herêmên Parastina Medyayê şermezar kirin û gotin: “Êdî ji xiyanetê re bese!”
 
Li Baxê Giştî ya navçeya Ranya ya Silêmaniyê bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) jinan li dijî êrişên Dewleta Tirk ên li ser xaka Herêma Federal a Kurdistanê daxuyaniyek hat dayîn. Di çalakiyê de pankarên li ser “Êdî ji xiyanetê re bese” û “Dem dema azadiyê ye, werin cenga ji bo azadiyê” hatin nivîsandin hildan. Daxuyanî ji aliyê Hêlîn Hisên ve hate xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Dewleta Tirk a dagirker bi hevkairya malbata Barzanî dest bi êrişên berfireh ên li başûrê Kurdistanê kiriye. Lê, bikêşxweşî gerîlayên azadiyê êrişên wan şkandine. Divê kurd bi taybet jin hilgirê vê armancê bin ku gerîla ji bo şer dikin. Ji ber ku ew berxwedana gerîlayên şoreşger ji bo parastina xak û hebûna me ye.
 
Herî zêde jin timî tên qirkirin. Rehenda qirkirina xak, jîngeh û jinê bi hev re bibînin.  Bi riya berxwedan û xwe rêxistinkirinê dikarin bersiva dagirkeriyê bidin. Divê em jin di têkoşîna li dijî dagirkeriyê de rola pêşengiyê bigirîn.”