Rêveberiya Xweser a Şengalê: Îradeya Şengalê nas bikin

  • 16:50 9 Gulan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê têkildarî aloziyên li Şengalê, provakasyonên PDK’ê û hikûmeta Kazimî de daxuyaniyek da û got: "Em bang li hikumeta Kazimî re jî dikin. Ji bo pirsgirêkên heyî çareser bibin lazim e helwesteke samîmî û zelal hebe. Eger niyetek wan a çareseriyê hebe lazim e dest ji van dek o dolaban berdin, civaka êzidî muxatab bigirin."
 
Bi daxuyaniyeke nivîskî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, provakasyonên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hikûmeta Kazimî rexne kir û bang êzidiyan kir ku xwedî li îradeya xwe derkevin. 
 
Di daxuxaniyê de wiha hat gotin:
 
"Li Şengalê piştî ku di 18’ê nîsanê de Artêşa Iraqê bi fermana hikûmeta Kazimî bi ser Asayîşa Êzidixanê ya Dîgurê girt, rewşeke aloz peyda bû. Ev rewş di 2’yê gulanê de veguherî êrişeke berfireh a artêşa hikûmeta Kazimî ya bi tank û topan. Ji bo rewşa şer a li Şengalê kûr nebe û belav nebe di serî de Rêveberiya Xweser a Şengalê, hin aliyên siyasî yên Iraqê jî hewl dan deriyê diyalog û hevdîtinan car din vebin. Me berê jî got û niha jî dibêjin ev şer ne di berjewendiya Iraqê û Şengalê de ye.
 
Di encama hewldanên wan ên diyalogê de şer rawestiya lê alozî hîn jî li herêmê berdewame. Ji 2’yê gulanê ve şer û pevçûn sekiniye û hewldanên siyasî û civakî berdewam in ji bo ku ev pirsgirêk bi diyalogê werin çareserkirin. Gelê Şengalê jî ev çend roj in li ser piyan e û daxwaz dikin ku Artêşa Iraqê ji nav gund û bajaran derkeve, dest ji polîtîkayên şer berde. Em jî li gel daxwaza gele xwe ne. Lazim e rê li ber zext, gef û êrîşên li ser Şengalê werin girtin û îradeya Şengalê were naskirin.
 
PDK peymana 9'ê Cotmehê didomine 
 
Wekî raya giştî jî dizane, bi alî û saziyên cûda yên Iraqê re diyalog û hevdîtin berdewam dikin û em dixwazin çareseriyeke bingehîn ji bo Şengalê peyda bikin. Lê ruxmê ev sekin û helwesta me jî di serî de PDK û hikumeta Kazimî dest ji polîtîkayên li dijî Şengalê bernadin. Li şûna ku bi nûner û saziyên Şengalê re hevdîtin bike û civaka Êzidî muxatab bibîne, hikûmeta Kazimî car din berê xwe daye PDK’ê û dixwazin Peymana 9’ê Cotmehê berdewam bikin.
 
Provokasyonên siyasî didomin
 
Em hewl didin pirsgirêkên çareser bikin, lê PDK her hewl dide aloziyên li Şengalê kûr bike. Em dixwazin vê jî destnîşan bikin ku piştî di navbera aliyan de ji bo çareserkirina pirsgirêkan hewldan dest pê kir, PDK’ê ji aliyekî ve hewl da ku şer bide berdewamkirin, ji aliyekî ve jî dest bi propagandaya reş û şerê taybet kir. Destpêkê xwest bi agahiyên derew gelê me ji şengalê bide koçberkirin, piştî ku ev plana PDK’ê têk çû vê carê di nav gel de dest bi provokasyonan kir. Û niha jî bi hevdîtinên bi vî rengî û lîstikên siyasî provokasyonên xwe berdewam dike.
 
Ev heyet êzidiyan temsîl nake
 
Di destpêkê de civaka Êzidî, em dixwazin ji raya giştî re ragihînin, amadekarî tê kirin ku heyetek li ser navê Şengalê û civaka Êzidî li Bexdayê bi hikumeta Kazimî re hevdîtin bikin. Ev heyet ji aliye Qaîd Ameliyatê Mûsilê û PDK’ê ve hatiye amadekirin û zehfê kesên di vê heyete de endam û alîgirên PDK’ê ne. Niha dixwazin vê heyetê li ser navê civaka Êzidî û Şengalê bidin naskirin. Ev lîstikeke nû ya PDK’ê ye ku bi alîkariya Qaîd Ameliyatê Mûsilê dixwazin cardin bimeşînin. Ev heyet di heman demê de xwe wekî nûnerê çalakgerên Şengalê jî dide naskirin lê çalakgerên ku pêşengiya van çalakiyên medenî dikin bi daxuyaniyekê ragihandin ku ev heyet wan temsil nake û nikare li ser navê wan biçe hevdîtinê.
 
Lîstîkên siyasî pêk tînin 
 
Em ji hemû civaka êzidî û raya giştî re radigihînin ku ev lîstika nû ya PDK’ê berdewama Peymana 9’ê Cotmehê ye. Tiştê ku bi êrîşên leşkeri û şerê taybet bidest nexistin niha jî dixwazin bi lîstikên siyasî pêk bînin. Em ji raya giştî re dibêjin ku em vê hevdîtina ku dixwazin li ser navê Şengalê bikin bi tu awayî nas nakin.
 
Helwesteke samîmî û zelal hebe
 
Em bang li hikumeta Kazimî re jî dikin. Ji bo pirsgirêkên heyî çareser bibin lazim e helwesteke samîmî û zelal hebe. Lîstikên bi vî rengî zemîna diyalog û çareseriyê xurt nake lê jahrî dike. Eger niyetek wan a çareseriyê hebe lazim e dest ji van dek o dolaban berdin, civaka Êzidî muxatab bigirin û îradeya Şengalê nas bikin. Bi lîstikên bi vî rengî rewşa Şengalê aram nabe, pirsgirêk çaraser nabin.
 
Xwedî li îradeya xwe derkevin
 
Em bang li hemû gelên Şengalê jî dikin ku xwedî li îradeya xwe derkevin. Lazim e rê û destûr nedin ku tu kes û alî li ser navê wan hevdîtinên bi vî rengî bikin. Ji ber ku em baş dizanin, kesên bi vî rengî berjewendiyên Şengalê nafikirin, malbatî û eşîrîne.”