Dayika girtiyê nexweş banga hestiyariyê li raya giştî kir

  • 16:19 9 Gulan 2022
  • Rojane
MÊRDÎN - Dayika girtiyê nexweş Zerdeşt Oduncu, Selma Oduncu, diyar kir ku Zerdeşt 8 sal in di hûcreyê de hatiye girtin û nayê tedawî kirin. Selma banga hestiyariyê li raya giştî kir
 
Binpêkirina mafên girtiyan roj bi roj zêde dibin. Malbatên girtiyan li hemberî rewşa heyî di nav tirs û fikaran de dijîn û banga hestiyariyê ji raya giştî dikin. Yek jî wan malbatan malbata Zerdest Oduncû ye. 
 
Zerdeşt Oduncu li girtîgeha Tîpa S a Antalyayê girtî ye. Dayika Zerdeşt Selma Oduncu çû hevdîtina vekirî. Selma wiha behsa hevdîtinê û rewşa kurê xwe kir: "Di hevdîtina vekirî de kurê min behsa rewşa xwe kir. Kurê min û 2 hevalên wî 8 sal in di hûcreyê de tên girtin. Hûcre bi mermer e û dora hûcreyê jî bi telan hatiye girtin. Îşkenceya li hemberî girtiyan zêde dibe. Ne hawadarkirin heye û ne jî xwarinên paqij didin girtiyan."
 
Dayika Zerdeşt Selma, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser nexweşiyên kurê xwe: "Kurê min nexweş e û bi rêkûpêk nayê tedawîkirin. Kurê min ji ber nexweşiya xwe gelek kîlo daye. Ez bang li rayedaran dikim ku bila tedawiya kurê min û her wiha hemû girtiyên nexweş bên kirin. Bila dawî li zext û zordariya li hemberî girtiyan bînin."