Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Dê îradeya me bi ser bikeve

  • 15:23 9 Gulan 2022
  • Rojane
ÊLIH - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê gefxwarina li Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran bi gotina "Dê îradeya me wekî her demê dîsa bi ser bikeve" şermezar kir.  
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê têkildarî gefxwarina li Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran a di kêliya provakasyona li dijî Navenda Giştî ya HDP'ê de daxuyaniya çapemeniyê da. Hevseroka Şaredariya Êlihê Songul Korkmaz a dewsa wê qeyûm hat tayinkirin, TJA, MEBYADER û endamên Rêxistina HDP'ê beşdarî daxuyaniyê bûn.   
 
Dayika Aştiyê Sultan Azboy axivî. Sultanê gefxwarina li Ayşe Acar Başaran şermezar kir û got ev êriş li dijî îradeya bi milyonan kesî hatiye kirin. Sultanê bi lêv kir ku êrişî girtîgehan, derve, navenda giştî tê kirin û got li ku parlamenterên li ber xwe didin dibînin êriş dikin. Her wiha Sultanê got divê tu kes li dijî vê yekê bêdeng nemîne. 
 
Hevseroka MEBYA-DER'ê Hori Acar da zanîn ku li her derê êrişek li dijî gelê kurd heye û got:"Ji ber em kurd in, em ziman û hebûna xwe diparêzin êriş li me tên kirin. Wekî bersiva Başaran da polîsan em ê jî hemû nirxên xwe biparêzin. Dê îradeya me bi ser bikeve."