Li Geverê tevgera leşkerî zêde bû
- 12:51 9 Gulan 2022
- Rojane
COLEMÊRG - Hat zanîn ku tevgera leşkerî li Geverê zêde bûye û gelek wesayitên zirxî ku ji Wanê anîn li Fermandariya Cendirmeyan a Geverê hatine bichkirin.
Artêşa Tirk bi hevkariya PDK'ê di 17 Nîsanê de êrîş bir ser herêmên Zap, Avaşîn û Kurê Jaro yên Herêma Federe ya Kurdistanê û êrîşên hatin destpêkirin berdewam dikin. Ji ber êrîşên ku tên kirin, her roj li bajarên ser xeta sînor, ên wekî Colemêrg û Şirnexê her roj sevkiyata leşkerî zêde dibe.
Di vê çarçoveyê de duh di saetên êvarê de li Geverê heta saetên berê sibehê tevgera hewayî a helîkopterên Artêşa Tirkik hat dîtin. Her wiha di saetên sibê de jî hat diyarkirin ku ji bajarê Wanê gelek wesayîtên zirxî anîn û li Fermandariya Cendirmeyan a Geverê bi cih dikin û li aliyekî jî gelek seyareyên transît ku xwarek û pêdiviyên din ên jiyanî li wan barkirî jî çûne Fermandariya Cendirmeyan a navçeya Geverê. Ya herî balkêş ev bû ku dema sevkiyat dihat berdewamkriin li esmana ji tevgera helîkopteran zêde bû.