Mezraya Kûtos hat valakirin

  • 12:40 9 Gulan 2022
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Welatiyên li Mezraya Kûtos a girêdayî gundê Marûnîs ku ji ber operasyonên li Çiyayê Kato berdewam dikin ambargo hatibû danîn, ji ber zextan mezra bi temamî hat valakirin. 
 
Êrişên Dewleta Tirk bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin berdewam dikin. Artêşa Tirk di nava meha nîsanê de li Çiyayê Kato operasyona leşkerî dabû destpêkirin. Piştî şerê di 22’yê nîsanê de li derdora gundê Marûnîs ê li quntara Çiyayê Kato di navbera HPG’iyan û leşkeran de derket, leşkeran ambargo danîn ser gund û hemû ciwan ji gund derxistin. Ji ber ketin û derketina gund hate qedexekirin, welatiyên li mezraya Kûtos a girêdayî Marûnîsê dijiyan, ji ber zextên leşkeran û ambargoyê neçar man gund vala bikin. 
 
Şêniyên mezraya Kûtosê ên ferzkirina sîxurtiyê qebûl nekirin, di roja 18’emîn a ambargoyê de, pezê xwe birin zozanên hin gundên din. Hate diyarkirin ku gundiyên ku nikarîn li van deran jî bijîn, gund bi temamî vala kirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, hate diyarkirin ku piştî gund hate valakirin, leşkeran pirên ku gundiyan pezê xwe bi ser re derbas dikin, şewitandine. Hate zanîn ku di serî de giren herî bilind ên gund li gelek cihan fotokapan hatine bicihkirin. 
  
Li gel qedexeya giştî ya ketin û derketina gund a 18 rojan, li ser rêya din a ji gundê Qewal heta gundê Marûnîsê jî ji aliyê leşkeran ve nuqteya kontrolê hat danîn. Hate ragihandin ku eskeran ji gundiyan re gotiye “Bi me re tevbigerin em ê alîkariya we bikin”. Gundiyên ku piştî gefxwarinê ev daxwaz qebûl nekirin ji gund derketine û gundiyên ku daxwaz qebûlkirine jî li gund mane.