Dayikan li Mêrsînê bertek nîşanî şer dan

  • 16:55 8 Gulan 2022
  • Rojane
 
 
 
MÊRSÎN - Bi minasebeta Roja Dayikan dayikên Aştiyê hatin gel hev û bertek nîşanî êrîşên AKP'ê yên bi hevkariya PDK'ê ku li dijî Herêma Federe a Kurdistanê pêk tîne dan. Dayikan got, "Bila êdî ev şerê qirêj bê rawestandin."
 
Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê,  Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY DER), Tevgerê Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP).  li Parka Ozgur Çocukê li hev civiyan bê navber dirûşmên "Ji şer re na hema niha aştî ", "Jin Jiyan azadî" berz kirin û Roja Dayikan Pîroz kirin.  Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari û rêveberên bajar û navçeyan tevli daxuyaniyê bûn.
 
'Bila şerê qirêj raweste'
 
Ji Dayikên Aştiyê yên Edenê Şemsê Bagdu, got, "Em dayikên Aştiyê îro li vir in. Em ji telvîzyon têmaşe dikin. Di şerê ku li Herêma Federe a Kurdistanê dest pê kiriye de bi sedan cenazeyên leşkeran tînin Tikriyeyê. Leşker jî û Gerîlla jî zarokên me ne. Ez vê rojê diyarî hemû dayikan dikim. Îro dilê me dişewite bila ev şerê qirêj bi dawî bibe.  Êdî bes e."
 
Girs piştre bi dirûşm û lîlandinê ji parê heta ber avahiya HDP'ê ya bajêr meşiya.
 
Piştî  sînevîzyona ku bi mijara çalakiyên Dayikên Aştiyê hat pêşandin dengbêjan jî sitranên xwe pêşkêş kirin.