'Em xwedî hezara çirûskên azadiyê ne'

  • 15:03 8 Gulan 2022
  • Rojane
 
KOBANÊ - Meclîsa Malbata Şehîdan a Herêma Firatê, bi dirûşma “Bi vîna gel û gerîla em ê dagirker, îxanet û faşîzmê têk bibin” meşeke girseyî li hemberê êrîşên dewleta tirk ên li dervî sînor û li hemberî kurdan pêk  tîne li dar xist.
 
Dewleta tirk bi hevkariya PDK'ê û hikûmeta Kazimî di 17'ê Nîsanê de li dijî Herêma Federe a Kurdistanê dest bi êrîşan kirin. Di 15'ê Nîsanê de Serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Berzanî li Enqereyê bi serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan û musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan re rûnişt. Piştî hevdîtinê li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê êrişên hewayî û bejahî dest pê kirin. Her wiha li rojavayê Kurdistanê jî êrîşên li dijî gel didomin. Herêma Şehbayê hat hedefgirtin û di encamê de welatî birîndar bûn. Li Efrînê jixwe talan didome, çend roj berê bi êrişa hewayî wesayitek li Kobanê jî kirin hedef.
 
Bi hezaran ji şêniyên Kantona Kobanê û Navçeyên wê, li dijî êrîşan herkin qadan. Di meşê de wêneyên Rêbeerê PKK’ê Abdullah Ocaln, alên Meclisa Malbata Şehîdan, wêneyên Şehîdan hatin hildan. Bi giştî şênî, Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê beşdarî meşê bûn. Meş ê ji Qada Jina Azad bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla” “Gerîla rûmet e” û “Bimir e Îxanet” dest pêkir û ber bi Qada Aşîtiyê ve berdewam kir û piştre girse rawestiya. Ji bo bîranîna tekoşerên azadiyê deqeyeke rêz hat girtin û paşê li ser navê Meclisa Malbata Şehîdan Firyaz Berkel axivî.
 
‘Em xwedî bi hezaran çirûskên azadiyê ne’
 
Firyazê di destpêka axaftina xwe de balkişand ser berxwedan û tekoşîna Gelê Kur a li her çar parçeyên Kurdistanê  û wiha dawî lê anî: “Em di kesayeta cangoeriyên Metîna, Zap û Avaşînê de hemû tekoşerên azadiyê bi bîr tînin. Her wiha em silavên xwe ji Kobanê rêdikin heta Îmraliyê. Ji xwe em rewşa ku tê qewimîn  dişopînin û em dibinin ku her kes gihaştiye kîjan astê. Lê ya girîng em zanibim kî dijmin ê me ye û kî jî dostê me ye. Em bi nasnemeya tekoşerên xwe li ser piyan e û li ber xwe didin. Bi rastî em  dixwezin gelê xwe şiyar bikin li ser hemû rê û rêbazên şer, şerê taybet şerê derûnî. Her wiha hêviya me bi hêza me heye bi tû dewlet û hêzin dîtir nîne. Em xwedî hezara çirûskên azadiyê ne û tu caran jî rênadin dijmin.”
 
Meş bi dirûşmên “ Bijî berxwedana Gelê Kurd” û “Bimir e Îxanet” bi dawî bû.