Li Nisêbînê li dijî êrîşan meş: Şerê qirêj bi dawî bikin

  • 14:45 8 Gulan 2022
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Li Nisêbînê di pêşengiya Meclisa Dayikên Aştiyê de, meş hat lidarxistin. Di meşê de êrîşên li dervî sînor ên li hemberî Herêma Federe a Kurdistanê ku ji aliyê AKP'ê ve bi hevkariya PDK'ê tên kirin hatin şermezarkirin û banga, "Şerê qirêj bi dawî bikin" hat kirin. 
 
Di pêşengiya Meclîsa Dayikên Aştiyê de, li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê êrîşên li aliyê AKP'ê ve ku bi hevkariya PDK'ê, li hemberî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê tên kirin meşek hat lidarxistin. Meşa li Taxa Yenîşehîr hat kirin ji Şirnex, Êlih, Mêrdîn, Amed û Sêrtê,  gelek dayik tevli bûn. Herwiha Aktîvîstên Tevgerên Jinên Azad (TJA), Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamentera HDP’ê Pero Dundar, Dersim Dag. Nûran Îmîr, Ayşe Sûrûcû, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyên nexweş jî cih girtin. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana Zapê" û "Bimre ixanet" hatin berzkirin û pankarta "Heta rojên azad ava bibin, emê têkoşîna xwe bidomînin" hatin berzkirin.
 
‘Dawî li vî şerê qirêj bînin’
 
 Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Besna Gunay piştî meşê daxuyanî da û got ku ew li hemû dayikan Roja Zimanê Dayikê pîroz dike û bertek nîşanî hevkariya PDK'ê bi AKP'ê re da. Besna bang li malbata Barzanî kir û got, “Dawî li vî şerê qirêj bînin. Hûn nikarin vî gelî bi kuştin û girtinê biqedînin.
 
'Dayik li benda cenazeyên zarokên xwe ne'
 
Besna bi bîr xist ku cenazeyên 5 HPG'iyên li Xelîfan jiyana xwe ji dest dane nedan malbatan û got, "Gel li kolanan cenzeyên xwe dixwaze. Cenazeyan radestî dayikan bikin. Dayik di cejnê de û di Roja Dayikan de li benda cenazeyên zarokên xwe ne. Dayik dixwazin zarokên xwe hembêz bikin.  Lê em dayik nikarin xwe bigihînin zarokên xwe."
 
Rewşa girtiyan
 
Dayika Besna jî bertek nîşanî derneketina girtiyên di şewatê de da û wiha got: “Zarokên me di girtîgehê de tên hiştin. Cenazeyên zarokên me ji girtîgehên xwe derdikevin. Em dayikên aştiyê ne, em dixwazin xwîn raweste. Bila ev xwîn raweste, bila mirin nebe, bila cenaze ji zindanên wan dernekeve. Em naxwazin kes bimire. Em dayikên aştiyê weke mertalê zindî dixwazin şer bi dawî bibe."
 
Dyê Besna bertek nîşanî netehliyekirina girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin ku nayên berdan jî da û got, "Zarokên me terkî mirinê kirin. Ji girtîgehan cenaze tên derxistin. Em dayikên Aştiyê ne û em dixwazin ku êdî bes xwîn bê rijandin. Em dixwazin ku şer bi dawî bibe."
 
Dayikan daxuyaniya xwe bi çalakiya rûniştinê bi dawî kirin.