ROJEVA 8'Ê GULANA 2022'YAN

  • 09:00 8 Gulan 2022
  • Rojev
 
* Rojnameger Berfîn Hêzil bal kişand ser êrîşên li ser Şengalê û wiha got:"Di vê sedsalê de armanca hêzên kapîtalîst tunekirina gelê kurd e. Dora dused hezar Êzidî derbasî Ewropayê kirin. Niha fermana spî ya 74'an li Ewropayê tê kirin. Jenosîda esasî li Dîasporayê tê kirin. Lê li hemberî hemû êrişan jinên li Şengalê li berxwe didin." DÎMEN HEYE
 
*Parêzera malbata Pinar Gultekîn, Kubra Denîz Çelîk, da zanîn ku doza ku gumanbarên wê diyar in du sal in biryara wê nehatiye dayîn û doza li dayika Pinarê, Şefîka Gultekîn hatiye vekirin jî nirxand û got wijdana cemawerî birîn dike. BI DÎMEN 
 
*Leyla Guven bi wesîleya Roja Dayikan di nameya şan de wiha got: “Ji Dayika Uveyş heta Dayika Taybet, ji Dayika Berfo heta Dayika Hatun, soza me ji bo hemû dayikên Aşiyê Dayikên Şemiyê û dayikên girtiyan e:; Ne demek dirêj di demek kurt de em ê bi we re li Qada Amedê ya Şêx Saîd bên gel hev.”