Li dijî êrişan li Geverê çalakiya protestoyê hat lidarxistin

  • 16:01 7 Gulan 2022
  • Rojane
COLEMÊRG - Li dijî êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê li Geverê çalakiya protestoyê hat lidarxistin. Di çalakiyê de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî û got: "Ev hikûmet bi êrişan dixwaze desthilatdariya xwe zindî bihêle. Herî dawî destwerdan û gefên li hemberî HDP'ê yên li hemberî parlamenterên me, mînakên vê yekê ne. Vê rewşê careke din derxist holê ku ew çiqas bêçare ne."
 
Êrişên Arteşa Tirk ên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê ya ku bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve pêk tê didome. Bertek û nerazîbûnên li hemberî êrişan jî berdewam dike. Li Gevera Colemêrgê çalakiya protestoyê hat lidarxistin. 
 
Serê sibê kolan û cadeyên navçeyê bi maşîneyên zirxî hatin girtin. Welatiyên ku dixwestin biçin avahiya HDP'ê ya navçeyê jî lêkolîna nasnameyên wan hatin kirin. Girseya ku li 3 cihan kom bûyî nehiştin bên cem hev. Ligel astengiya polîsan beşeke girseyî li ber Navenda Kar a Zagrosê kom bûn û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Li hemberî îxanet û dagirkeriyê em ê xaka pîroz biparêzin û bijî berxwedana rûmetê" hat vekirin. 
 
Hevserokê Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), gelek kesên ku ji Wan, Colemêrg, Çelê, Şezînan, Mûş, Agirî, Panos, Erzirom û gelek bajarên din tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Salîha Aydenîz ve hat dayîn. 
 
'Ev şer şerê qesrê ye'
 
Salîha di çalakiyê de wiha axivî: 
 
"Ji bo em ji şer re bêjin na em kom bûn. Em li vir dibêjin ku ev şer ne şerê pêşeroja gelan e. Ev hikûmet bi dijminatiya Gelê Kurd û gelên din re hewl dide hemû pêşeroja xwe ava bike. Ev hêz bi polîtîkayên şer xwe li ser piyan digire. Ji bo xwe her roj polîtîkaya şer, komkujî û tecrîdê dimeşînin. Li vir em careke din dibêjin ku siyaseta şer ne ji bo berjewendiya gelan e. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku li ser polîtîkaya dewleta sed salî xwe dispêre her cure tecrîd, çewisandin, zindan û îşkence li gel, jin û ciwanan bi taybet li ser kurdan pêk aniye û dike. Lê li vir em dibêjin; Qonaxa ku ev polîtîkayên hilweşîn û şer lê hatine, qonaxa ku têk çûne. Her roj dibêjin 'pirsgirêka me ya jiyanê' heye. Em baş dizanin ku ev şer şerê mayîna qesrê ye. Ev şer şerê berdewamkirina AKP-MHP’ê ye, şerekî kûrkirina krîzê û çaresernebûna pirsgirêka kurd ferz dike.
 
Dê têkoşîna siyaseta demokratîk bidome
 
Em baş dizanin ku hikûmet ji polîtîkayên şer tu tiştî bi dest naxe. Ji ber vê yekê Gelê Kurd çawa bi salan li hemberî van polîtîkayan li ber xwe da, îro jî wê li dijî şer û tecrîdê li ber xwe bide û têkoşîna siyaseta demokratîk û azadiyê bidomîne. Di vî şerî de ne tenê kurd wê winda bikin, ev şer dê bibe sedema windakirina demokrasiya Tirkiyê jî. Divê em hemû ji vî şerî re bibêjin 'na'. Ev şer herî zêde paşeroja Tirkiyeyê xera dike. Ji bo vê jî tenê ji şer re nebêjin kurd têrê nake. Divê gelên Tirkiyeyê jî li dijî vî şerî dengê xwe bilind bikin.
 
Tecrîd berdewam dike 
 
Eşkere ye ku her ku ev şer û tecrîd berdewam bike, Tirkiye wê hîn bêhtir tecrîdê bibîne. Sedema van krîzan polîtîkayên şer, komkujî û neteweperestiyê ne. Divê muxalefet jî li dijî vî şerî dengê xwe bilind bike. Ev hikûmet bi êrîşa li ser kurdan dixwaze desthilatdariya xwe zindî bihêle. Herî dawî destwerdan û gefên li hemberî HDP'ê yên li hemberî parlamenterên me, mînakên vê yekê ne. Vê rewşê careke din derxist holê ku ew çiqas bêçare ne. Kesê ku xwe weke polîs dide nasîn, ew gotin weke hêzeke ji serî ve gotiye. Divê Gelê Kurd li dijî wan dengê xwe bilind bike. Êrişa li hemberî siyasetmedarên jin, kurd û HDP'ê cihê tu kesî nîne. Her ku winda bikin, ew ê bêtir êrişkar bibin. Ji ber vê yekê em careke din diyar dikin ku em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û em ê bibin kabûsa we.
 
Ên ku bêdeng dimînin parçeyekî vî şerî ne
 
Şerê ku ji 14’ê nîsanê û vir ve li başûrê Kurdistanê dimeşînin, tam dibe sedem ku pêşeroja xwe zindî bihêlin. Ev hêza ku tiştekî bide civakê li ber dijminatî û şer radiweste. Em ji vir bang li gelê başûrê Kurdistanê dikin; parastina destkeftiyên kurdan erka kurdên başûr û hemû kurdan e. Ev pêwendiya malbata Barzanî û PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re, tam hewldana firotina destkeftiyên kurdan e. Yên ku li ser Kurdistanê nefikirin û tevnegerin, mehkûmî windakirinê ne. Em vê helwestê şermezar dikin. Demildest dev ji vê têkiliya bi Tirkiyeyê re berdin. Em kurd tu carî çareseriyek ku gelê Şengalê tê de nebe qebûl nakin. Gelê Şengalê wê bi xwe pêşeroja xwe diyar bike. Em ê bi wan re berdewam bin. Em dizanin ku yên di şer de israr dikin tevî hemû teknîka xwe madeyên kîmyewî bikar tînin. Tevî van hemû bêhiqûqiyan jî dewlet û saziyên mafên mirovan ên ku bêdeng dimînin jî parçeyekî vî şerî ne."
 
'Êrişê siberoja kurd û kurdistanê dikin'
 
Piştî Salîhayê Berdan Ozturk axivî û got: "Ev şer wê siberoja 100 salî ya kurd û Kurdistanê diyar bike. Ji bo vê jî desthilatdariya AKP-MHP’ê êrişî çar parçeyên Kurdistanê dike. Ev êrîş hewldana tunekirina kurdan û dagirkirina axa wan e. Armancên wan zelal û diyar in. Ev êriş êrişên li ser ziman û çanda kurdan e. Ji ber vê sedemê divê em li ku bin û ji bo berjewendiyên xwe van nirxan difiroşin bersivê bidin wan."
 
Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşm û çepikan berê xwe da avahiya HDP'ê ya navçeyê.