Dayikên Şemiyê daxwaza pêkanîna edaletê kirin

  • 14:15 7 Gulan 2022
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 893’yemîn de li aqûbeta Mehmetcan Ayşîn ê 28 sal berê li Licê hat windakirin pirsîn. 
 
Dayikên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 893’yemîn de ji ber pandemiyê çalakiya xwe bi awayek online li dar xistin. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmetcan Ayşîn ê di 7’ê gulana 1994’an de li gundê Mizaga bi ser navçeya Licê ya Amedê ve hat binçavkirin û windakirin pirsîn. 
  
Di çalakiyê de ewilî keça Mehmetcan, Aynûr Ayşîn axivî û diyar kir ku ew her hefte beşdarî çalakiya Şemiyê dibe û got: “Şemî ji bo me bûye êvara înê. Xelk her êvara înê diçe ser gorên xwe em jî her şemî diçin çalakiya şemiyê. Her şemî ez li bavê xwe digerim. Heta mirinê jî em ê dest ji lêgerîna bavê xwe bernedin. Em ê heta mirinê lê bigerin.” 
  
Pişt re biraziyê Mehmetcan, Ferman Ayşîn axivî û bi bîr xist ku 7’ê gulana 1994’an leşkeran bi ser gund de girt, tevahiya xelkê gund ji malan derxistin û gun hat valakirin. Ferman da zanîn ku gundî çar roj di binçavan de man, her kes hat berdan lê mamê wî Mehmetcan nehatiye berdan û ji wê rojê ve agahî jê nîne. Ferman anî ziman ku ew hê jî nizanin sûcê apê wî çi ye û 28 sal in her çiqas wan serî li her cihî daye jî lê encam negirtine û dixwazin êdî gorek apê wî hebe. 
 
Metna daxuyaniya vê hefteyê ku behsa çîroka windakirina Mehmetcan Ayşîn dikir ji aliyê Mirova Şemiyê Ezgî Bakişkan ve hat xwendin. Ezgî gazî rayedarên darazê kir ku ji bo dosyeya Mehmetcan Ayşîn bikevin tevgerê kir û xwest bêcezahiştina di dosyeyê de bi dawî bibe û edalet pêk were. Ezgî da zanîn ku ew ê ne dest ji aqûbeta windayan ne jî dest ji Qada Galatasarayê ku bûye cihê kombûna Dayikên Şemiyê berdin.